1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. DAIŞê ji bo bernameya WhatsAppê keçeke 22 salî îdam kir
DAIŞê ji bo bernameya WhatsAppê keçeke 22 salî îdam kir

DAIŞê ji bo bernameya WhatsAppê keçeke 22 salî îdam kir

Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Dêrazorê ji ber bikaranîna bernameya WhatsAppê keçeke 22 salî îdam kir.

A+A-

Ew keç beriya 2 mehan li bajarokê Xişam li Dêrazorê ji ber bikaranîna WhatsAppê ji aliyê wan çekdaran ve hatibû girtin.

Çekdarên DAIŞê wê demê girtibûn ser mala keçikê û di telefona wê de dîtibûn ku ew ligel birayê xwe yê di grûpa Hêza Şêrên Rojhilat a li bajarê Qelemûnê de ye, axiviye.

Tê gotin ku tohmeta DAIŞê ya ji bo wê keçê ew e ku ligel birayê xwe û merivekî wê yê din, li ser DAIŞê bi xirabî axivîne, lewma hatibû girtin û fermana îdamê jê re derketibû.

 

Tê zanîn ku heta niha çekdarên DAIŞê li Sûriyayê 95 jin û keç bi hincetên cuda îdam kirine.



 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.