1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. DAIŞê bi roketên katyûşa êrişî Mexmûrê kir
DAIŞê bi roketên katyûşa êrişî Mexmûrê kir

DAIŞê bi roketên katyûşa êrişî Mexmûrê kir

DAIŞê 3 roketên katyûşa avêtin qezaya Mexmûrê ya bi ser Hewlêrê.

A+A-

Berpirsê komîteyên YNKê yên li Mexmûrê Reşad Gelalî di vê bareyê de wiha got: 'Çeteyên DAIŞê çend roket li qezaya Mexmûrê dan û tu ziyanek canî bi xwe re neaniye. Ji ber ku ew katyûşa li navenda Mexmûrê neketine.'

 

Derbarê valakirina çend taxên Mexmûrê de jî Gelalî wiha got: 'Tu cihek nehatiye valakirin. Lê ji bo parastina xwendekaran, dibistan hatine valakirin.'

 

Berî du rojan jî DAIŞê 3 roketên katyûşa avêtibûn Mexmûrê. Herwiha berî mehekê di encama avêtina çend katyûşayan de, li Mexmûrê welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest dabû û çend kes jî birîndar bibûn.

 

DAIŞê 6'ê Tebaxa 2014an êrişî kampa Mexmûrê û qezaya Mexmûrê kiribû. Piştî ku 3 rojan li bajêr mabû, di encama êrişa gerîla û pêşmergeyan de ji Mexmûrê hatibû qewirandin û dever hatibû rizgarkirin.



 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.