1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. DAÎŞ: Li Îraqê hemû navendên bijartinan mebest in
DAÎŞ: Li Îraqê hemû navendên bijartinan mebest in

DAÎŞ: Li Îraqê hemû navendên bijartinan mebest in

A+A-


Li gora xebera Xizmeta Çavdêrîya BBC-yê, DAÎŞê gazî sunnîyên Îraqê kir ku ew di bijartinên tevahî yên 12ê Gulanê de ji sindoqan dûr bikevin.

 

Berdevkê DAÎŞê Ebû Ḥesen Elmuhacir li ser bernameya-programa Telegrama peyamşandinê-mesajşandinê qeydeke dengî ya 48 deqîqeyî belav kiriye û gotiye “dê navendên-merkezên bijartinan û yên li wê derê bibin mebest-hedef.”

Di jimara 20ê Nîsanê ya qezeteya DAÎŞê Elnebeyê de jî hişyarkirineke bi wî awayî hebû.

Dezgehê got çi namzed, çi destûrdar, çi hilbijêr; her kesekî di bijartinan de cîh bistîne dê neyar were ḥesabkirin.

Wisa xuya ye ku peyama-mesaja paşîn a Muhacirî her zû di tarîxa 14ê Nîsanê de hatiye qeydkirin yan jî wê peyama-mesaja xwe di wê tarîxê de nû kiriye.

Ji ber ku di peyamê-mesajê de behsa êrîşên-kiçîmên asîmanî yên ji alî DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê), Fransa û Îngîltereyê ve li Sûrîyeyê hatiye pêkanîn jî tê kirin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

                          

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.