Çîn: Protestoya muslimanan nehişt ku mizgefta 600 salî were pelişandin
Dewleta Çînê xwastibû li herêma serbixwe ya Nîngşîahûî-yê mizgefta-camîya 600 salî bipelişîne.
Lê piştî neqayîlbûn û protestoyan biryara-qerarê pelişînê hat rawestandın.
Mizgeft, di dema Şoreşa Kulturî ya Çînê de hatibû pelişandin û sala çûyî hatibû nûkirin û dîsa ji bo perestinê hatibû vekirin.
Protesto, yek ji protestoyên herî mezin ên eyalete bû.
Polês ji ber protestoyan tedbîrên xurt ên ewlehîyê sitandibûn.
Li Çînê hema hema 23 milyon musliman dijin.
Li welêt, ji 56 komên nîjadî-etnîk, 10 ji wan musliman in.
Neteweyên Yekbûyî got milyonek Ûyxûr li Çînê bi awayekî veşarî û komî di zoman-kempan de tên veşartin.
Ji bilî van hema hema nêzî 2 milyon Ûyxûrên kêmnetewe yên musliman jî di çarçoveya “çalakîyên guherandina bîrî” de bi zorê hatine şandin zoman-kempan.
Li ser vî awayî heta niha ji şandeya Çînê ya NY hîç bersivek nehatiye.
♦ufkumuzhaber/Kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.