
Çîleka Sasonê li bazarên cîhanê ye
Piştî astengiyên li ser titûnê, gelê Sasonê ji bo pêşeroja xwe pey lêkolînan ket û di encamê de jî di sala 2007’an de li Gundê Mala Mêrgê (Yenikoy) dest bi çandina çîlekê kirin. Piştî titûnê tevî hemû kêmderfetiyan jî çandina çîlekê ji bo ajokerên Sasonê bûye alternatîfeke baş. Her wiha cotkarên Kurd ji kêmderfetiyên firotinê, cotkariyê, neyîna îmkana bikaranîna maşînan û piştgiriyên kêm yên dewletê bi gazin in. Serokê Komeleya Hilberînerên Çîleka Sasonê Mahmut Doğan dibêje: “Bi piştgiriya Îdareya Ajaldarî û Cotkarî a Batmanê çîlek ji Sasoniyan re bû alternatîf. Me bi ajotina 15 doniman dest pê kir niha jî bi qasî 1700 donim erd çîlek li Sasonê tê çandin. Nêzîkî 350 malbatên Sasonê bi çandina çîlekê debara xwe dike.”
Di salekê de 650 ton hat îxraçkirin
Serokê Komeleya Hilberînerên Çîleka Sasonê Doğan dibêje, me ligel GAP’ê protokol îmze kir. Heger xalên peymanê bicih bihatana me dê zaftir îxraç bikira û radigihîne ku: “Me wek komele ligel GAP’ê peyman îmze kir. GAP’ê ji bo pêdiviyên komeleyên temîn bike pisporek diyar kir. Lê mixabin vî pisporî karê xwe baş nekir û îhaleya depoya cemedê ji bo mihefezekirina çîleka di şeva îhaleyê de betal bû. Ji bo mihefezekirina çîlekê depoya cemedê divê. Mixabin em çîleka xwe berhev dikin û bi tir û kamyonan dişînin Konya, Îzmîr û Mersînê da ku bên qeşimandin û ji wir jî ber bi bazara Ewropa û Emerîka ve biçin. Eger şertên peymana me ligel GAP’ê bicih bihatana me dê li Batmanê depoyê ava bikira. Piştî qeşimandina çîlekê jî me dê ji Batmanê îxracî Ewropa û Emerîka bikira. Lê mixabin şertên peymanê bicîh nehatin. Niha em jî wek komeleyê bi derfetên xwe yên xweser depoya cemedê ava dikin. Me îsal temelê xwe avêt. Bihesibînin me sala par di 2016’an de 650 ton çîlek bi navbeynkariya navbeynkaran îxracî Ewropa û Emerîka kiriye. Piştî avahiya me temam bû em dê bêyî navbeynkaran ji vir çîleka xwe bişînin bazara cîhanê.
“Piştî qedexekirina titûnê em betal man”
Miheme Tahirê ku ji gundê Çemê Reşo ye û ev 7 sal e karê çandina çîlekê dike çîroka xwe wisa bilêv dike: “Piştî qedexekirina titûnê em betal û bêkar man. Li Sasonê erdnigarî ji bo cotkariyê ne baş e. Mirov nikare heman cotkariyê bike. Piştî pêşniyaza Îdareya Ajaldarî û Cotkariyê ya Batmanê me jî dest bi çandina çîlekê kir. Çandina çîlekê jî ne hêsan e. Qeweta dest dixwaze, divê mirov pê re emek bide. Malbateke qelebalix tenê dikare 4-5 donim çîlek biçîne. Maşîne tenê dikare erdê me cot bike piştî cotkirina erd her tişt bi qeweta destan e. Mixabin alîkarî û piştgiriya dewletê jî tenê sala ewil ji bo me hebû. Ew jî gubre, naylon, çadir û pêzanînên çandina çîlekê bû. Ji bilî alîkariya van cûreyan, dewletê tu alîkarî nedaye me. Hemû masrafê çandina çîlekê me ji kîsê xwe da û me dest bi çandiniya çîlekê kir.”
Alternatîfa titûnê ye Çîlek
Miheme Salih Şahînê hilberînerê çîleka Sasonê jî dibêje, li Sasonê erdnigarî ji bo cotkariyê ne baş e. Mirov nikare heman cotkariyê bike û wisa didomîne: “Piştî kota danîn ser çandina titûnê, me dev ji çandina titûnê berda û em li alternatîfên cûda geriyan. Piştî vê lêgerînê di sala 2010’an de me dest bi çandina çîlekê kir. Li gor titûnê alternatîfeke ne xirab e. Ji ber neyîna depoya cemedê û neyîna derfetên paketkirinê em nikarin ji baxçeyan çîlekên xwe bifiroşin. Ji ber vê yekê jî em li gor bihayê çîlekê mafê xwe bidest naxin. Navbeynkar her roj bihayê çîlekê kêm dikin û ji hilberîneran dikirin. Bi midaxaleya komeleyê fiyat jî sabît dibe. Lê belê komele jî encax di dema derketina çîlekên ku dê bêne qeşimandin de dikare midaxale bike. Di serî de me tezgahên xwe datanî benda rê û me bi derfetên xwe yên heyî çîlekên xwe difirotin. Paşî navbeynkaran dest bi kirîna çîlekên me kir. Ji Batmanê, Diyarbekirê û ji Wanê navbeynkar dihatin ji bo çîleka me. Her çiqas ne çalak be jî niha kooperatîfa me heye. Kooperatîf, ligel çend cihên din jî di hemahengiyê de ye. Mixabin encax nîvê dahatê dikeve destê hilberîneran. Navbeynkar ji hilberîneran bi 2 Lîrayan çîlekê dikirin lê li marketan kîloya çîlekê 8 lîra ye.”
“Tenê 3 salan em dikarin li heman erdî çîlekê biçînin”
Miheme Salih Şahînê hilberînerê çîleka Sasonê bilêv dike: “Li Sasonê erdên çandiniyê gelek kêm in. Her malbatek herî zêde xwediyê 2-3 an jî 4 donim erd e. Eger derfetên me ji bo çandina gilgil, pembû û cûreyên din hebûna me berê xwe nedida çîlekê. Ji ber ku dahata çîlekê li gor van cûreyan kêm e. Em mecbûrê çandina çîlekê ne. Niha bi hezaran kes bi karê çîlekê re mijûl e. Herî zêde sê sal em dikarin di heman erdî de çîlekan biçînin. Piştî çandina sê salan êdî ne mimkin e hûn ji wî erdî randiman bistînin. Çîlek randimana erd bidawî tîne.”
“Çîleka Sasonê bêhna esansê belav dike”
Serokê Komeleya Hilberînerên Çîleka Sasonê Mahmûd Doğan radigihîne: “Çîleka Sasonê organîk e, ji çîlekên piyaseyê cihê ye û bi tama xwe jî cûda ye. Em derman û maddeyên têkarî bikarnayînin. Sedî sed organîk e. Ji ber vê yekê jî bi tama xwe tiştekî bêhempa ye. Ji % 96 xwecihî ye. Di nav sêvze û fêkiyan de hatiye hilbijartin. Ev jî qalîteya çîleka Sasonê berbiçav dike. Ji ber organîktirîn çîlek a Sasonê ye û mezêxer(tuketici) çîlekê me tercîh dikin. Dema tu dikî nav seyareya xwe bêhna esansê dide der û dora xwe.
Sason warê xwezayê ye
Sason li bin qontara çiyayê Mereto ye. Nêzîkî 30 hezar şêniyên navçeyê heye û navçe dikeve bakurê Batmanê. Ev navçeya Bakurê Kurdistanê bi hingiv, germavên xwe, xwedîkirina ajalan navdar e. Ji ber erdnîgariya çiyayî derfetên kar gelek kêm in. Bajarekî dîrokî û xwedî dîrokeke tije ye. Lê ji ber derfetên erdnîgarî ev navçeya Kurdistanê pêş neketiye. Heta sala 2007’an jî şêniyên Sasonê debara xwe bi çandina titûnê, xwedîkirina ajalan, hinartina hingivê Sasonê û bi kar û berên daristanê dikirin. Piştî girtina Tekelê û danîna kotayê li ser çandina titûn, şêniyên Sasonê ketin lêgerîna karên nû. Çîlek di encama vê lêgerînê de xwe gihande hawara Sasoniyan. Çîleka Sasonê li hemû cîhanê nav û deng veda. Her sal bi qasî 500-800 tonî çîlek îxracî derveyî welêt û Tirkiyeyê dibe.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.