1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Cihûyên fanatîk avêtin ser Mescida Eqsayê
Cihûyên fanatîk avêtin ser Mescida Eqsayê

Cihûyên fanatîk avêtin ser Mescida Eqsayê

A+A-

Gelek Cihûyên fanatîk ên polêsên Îsraîlê jî bi wan ra hebûn ketin hewşa Mescida Eqsayê ya li Bajarê Qedîm ê Qudsa Rojhilat ya dagirkirî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê da hat diyarkirin ku 98 Cihûyên fanatîk ên di parastina polêsên Îsraîlê da ji Deriyê Mexarîbê (Fas) yê li başûrê rojavayê Mecsida Eqsayê ra ketin hundir û avêtin ser Herema Şerîf.

Wekî mayîn polêsên Îsraîlê yek ji wan jin 2 welatiyên Filistînê yên li Mescida Eqsayê binçav kirin.

Cihûyên Fanatîk car caran wiha diavêjin ser Mescida Eqsayê û ev jî dibe sedema zêdebûna rageşiya li herêmê.

Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî ji bo Mislimanan girîng e û qulbeya ewil a Mislimanan e.

Cihû îdia dikin ku di binê Kuliyeya Mescida Eqsayê da Mabeda Silêman heye û ji bo vê kolanan dikin û dibêjin ku heqê wan heye ku li Mescida Eqsayê ew jî îbadet bikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.