1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e

Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e

Wezîrê Derve yê berê û Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê Joschka Ficher di axaftina xwe de ragihand ku îspata serxwebûna Kurdistanê tekoşîna kurdan a bi rêxistina terorîst a DAIŞê ye.

A+A-

Wezîrê Derve yê berê û Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê Joschka Ficher di hevpeyvîna xwe ya Euronewsê de ragihand ku îspata serxwebûna Kurdistanê tekoşîna kurdan a bi rêxistina terorîst a DAIŞê ye.

Joschka Ficher di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yek ji sedema bingehîn a aştî û ewlehiyê nêzîkbûna welatên herêmê ya kurdan e. Kurdan xwe îspat kir. Divê Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq di pirsgirêka kurdan de baldar bin."

‘KURDAN XWE ÎSPAST KIR'

Ficher di dirêjiya axaftina xwe de got: "Digel ku kurd ne dewlet in jî bi tekoşîneke qahremanî ya li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê hêza xwe ya dewletbûnê şanî hemû dinyayê dan. Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e. Bi van deskeftiyan kurd hem ji hêla siyasî û hem jî ji hêla hêza leşkerî ber bi serxwebûnê ve dimeşin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.