1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Cîgirê Serokomar Oktay: "Danezana hinek amîralên malnişîn, pêşdanezana darbeyê ye"
Cîgirê Serokomar Oktay: "Danezana hinek amîralên malnişîn, pêşdanezana darbeyê ye"

Cîgirê Serokomar Oktay: "Danezana hinek amîralên malnişîn, pêşdanezana darbeyê ye"

A+A-

Cîgirê Serokomar Fuat Oktay derbarê danezana hinek amîralên malnişîn de got, "Ev danezana wesayetê ye, pêşdanezana darbeyê ye."

Oktay bi boneya 101emîn salvegera damezrandina Ajansa Anadoluyê (AA) serdana navenda giştî ya AAyê kir û ji aliyê Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazancî û komelek rêveberên din ve hat pêşwazîkirin.

Oktay wiha got, "Ev danezana wesayetê ye, pêşdanezana darbeyê ye. Bila kes girik neke, ne CHP ne jî hinek din mafê wan tune ye vê girik bikin. Heke ew sîfet û rutbeya ku hilgirtine, ji wan re giran e, em dizanin berpirsyarî û barê wan sivik bikin. Bi teqez êrîşeke li dijî îradeya millî li holê ye, li dijî hêzên çekdar, li dijî gel bi xwe, li dijî serfermandar êrîş heye. Em ji vê re bêdeng namînin."

Oktay anî ziman ku di vê mijarê de çi pêwîst be wê bê kirin û wiha pê de çû:

"Mafê ti alî, bi taybet jî yên malnişîn nîn e ku unîformayên xwe yên spî bilewitînin. Me 15ê temûzê terorîstên bi unîforma dîtin. Me wê çaxê çi kiribe îro jî çi pêwîst be emê bikin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.