1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. CEMAET U AKP U ROBOSKÎ
CEMAET U AKP U ROBOSKÎ

CEMAET U AKP U ROBOSKÎ

Şere, şerekî giran di nava akp ê u cemaatê da dest pê kir. Bab u kalên me dibêjin: ‘’se goştê seyi naxwet. Belê em dibînin ku vê carê mesele gele ye micide. Herdu rex jî gurmênê ji pîstê êkudi diînin.

A+A-

     CEMAET U AKP U ROBOSKÎ

               MIHEMEDÊ FERAŞÎNÎ


     Şere, şerekî giran di nava akp ê u cemaatê da dest pê kir. Bab u kalên me dibêjin: ‘’se goştê seyi naxwet. Belê em dibînin ku vê carê mesele gele ye micide. Herdu rex jî gurmênê ji pîstê êkudi diînin. Dilê wan namînîte bi êkudi ve. Evi şeri bi heceta girtina dersxaneyan destpê kir u nesekinî. Melume hita nihe herdu rex (cemaet u akp) destebira bun, heval u hogir bun. Hita gele kesên zana digotin :’’herdu rex êkin. Mirov neşêt herdukan ji êk cida ket.’’ Belê vi şeri da nîşa me ku her di rex bune dijminê serê êkudi. Dijminatiya berbiçav u aşkera bi îstifa hinde parlementerên akp ê dest pê kir. Piştî îstifaya parlementeran operasyona diziyê u gendeli yê ji rexê cemaetê li hemberê akp destpê kir. Hate dîtin ku gelek wezîrên hikimetê di nava vê diziyê da ne. Ji ber hindê çar wezîran ji wezîrtiyê îstifa kir an jî ji wezirtiyê hatine durêxistin. Paşê hate anîn ku ev operasyona diziyê raste rast bo şexsê Erdoxan hatiye kirin. Çimkî dozger kurê Erdoxan jî gazi kiri bu dadgehê. Belê polîsan bi xeberê dozger nekir u doz ji wi dozgeri hate wergertin. Welhasıl van rojan li tirkiyê dinya nexweşe. Heke hikimetê negotiba em dê dersxanan girin, çi kesê haj van diziyên bi milyon dolaran nedizanî. Ew milyon dolarên ji berhîka me hatine dizîn. Ew milyon dolarên rızqê 75 milyon mirovan.

     Di rastiyê da eve demekî dirêj bu ku ev diziye dihatine kirin. Cemaetê jî ev diziye dizanîn. Belê madem dizanîn ji ber çi hita nihe xwe ker u lal dikir. Ji ber çi hita nihe dengê xwe derneêxist? Bi dîtina mi ev diziye gele gele ye mezine. Ew kesên ku hatine girtin ne ji cemaetê bun. Tiştên em nizanin gelekin. Hitîmaleke mezin heye ku gele mirovên cemmatê jî di nava vê dizyê da ne. Belê cemaetê ji ber berjewendiyên xwe tinê kesên ne ji xwe aşkera kirin. Heke cemaet ye bi wijdan ba hinde nedisekinî. Heke cemaet li hemberê van tiştan ba hita nihe nedisekinî.

     Dema parlemementerê akp Hakan Şikir ji partiyê îstifa kir got: kesê li hemberê zilmê xwe bêdeng biket şeytanê lale. Hakan efendiyê arnawud hind xwe dikire mêr. Belê dema li Roboskiya Qilebanê sih u çar mirovên xalîxerez dihatine qetqet kirin, dihatine sohtin Haqanê arnawud ker u lal bu, bê deng bu. Ma ew mirov jî ne mirov bun. Çi guneha wan biçukên hevde hejde salî hebu? Madem hun hinde di heqşînasin ji ber çi hun wi demi ker u lal bun. Ma girtina dersxaneyan gele ji xwîna wan xalîxerezan qiymettire, baştire. Xudê vê zilmê bo hewe nehêlît. Bi izneha Xudê hun dê di xwîna wan bêgunehanda xeniqin. Her di dinyayênah hewe dê herimin. Xudê vê bo hewe nahêlît. Qurana ezîm dibêjît: kuştina mirovekî xalîxerez kuştina hemi mirova ye. Hun çawa hinde har u xwînxwar bêwijdan bun? Ma Xudê vê zilmê qebul diketin?

     Ji rexekê ve jî Hakan Şikir derseke baş da me kurda. Ewi u hinde parlementerên akp yên cemaetî bu bo berjewendiyên cemaeta xwe ji partiyê îstifa kirin. Belê dema li Roboskiyê fermana kurda rabuyî u sih çar kurdên xalîxerez hatine qetikkirin, yek parlementerê kurd yê akp îstifa nekir u dengê xwe derneêxist. Eve çi rureşiyeke mezine bo wan xweliserên dî n u îmana wan pare.

     Di dumahî da ez dişêm van çend tiştan bêjim: şerekî giran din ava her di rexan da heye. Nizanim ev şere dê hita kerdi dê çît. Belê wekî mezinên me goti eve seyên (kuçikên) gembolin, şeri diken belê êkudi naxeniqînin. Bi xêra şerê van gele tiştên nepenî u li ser navê vi mileti hatine kirin dê aşkera bin. Belku bi xêra şerê van kujerên sih u çar mirovên xalîxerez aşkera bin. Em dia xwe dubare biken: bi izneha Xudê ew qatîlin, kujerên mirovên xalîxerezin, ew xêrê ne ji vê dinyayê ne ji dinyaya dî nabînin. Ew dê rezîl ruswa bin. Ew dê serê êkudi xwen. Dinya bo Silêman pêxemberê hikimdar nemaye vêca dê bo van xwîxwarên diz mînît?


UFKUMUZ

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.