1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Celal Talebanî û Abdullah Gul dixwazin fatîheyekê li ser PKK-ê bixwînin
Celal Talebanî û Abdullah Gul dixwazin fatîheyekê li ser PKK-ê bixwînin

Celal Talebanî û Abdullah Gul dixwazin fatîheyekê li ser PKK-ê bixwînin

A+A-

Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî Bexdayê pêşwazî li serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gulî kir û ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê re jî got »yan dest ji sîlehan berde yan jî terka Iraqê bike«.

Celal Talebanî pêşniyara xwe vekirî ji PKK-ê re aşkera kir û got:

— Pêşniyara me ev e: PKK yan bila dest ji têkoşîna çekdarî berde yan jî terka welatê me bike. Hêviya me ya yekê ye, yanî destjêberdana sîlehan e. Tirkiye di proseseka demokratîk re derbas dibe û lewra jî em tewsiye dikin ko herkes dest ji sîlehên xwe berdin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gulî jî behsa giringiya rola desthilata Kurdistanê ya di vî warî de kir û got têkilî niho di demeka baş de ne û divêt ev tiştên wiha yanî PKK ji vê nêvberê bêt rakirin û got:

— Wekî ko serokkomarê Iraqê Talebanî îfade kirî teror [PKK] belayek e û divêt ji vê nêvberê bêt derxistin.

Abdullah Gul berî ko bêt Bexdayê di balafirê de ji rojnamevanên tirk re bi awayekê pozîtîv behsa konferansa kurdan ya ko dê li Hewlêrê çêbe kir û cara pêşiyê bi aşkerayî navê »Kurdistanê« jî bi lêv kir û got »hikûmeta herêma Kurdistanê«.

Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ji roja ko bûye serokkomarê Tirkiyeyê û hir ve hertim dibêje ko PKK belayek e û »jehrê« diêxe nêvbera Tirkiyeyê û Kurdistanê de û divêt ev »jehr« nemîne da têkiliyên herdu aliyan xweş bibin.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.