1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Çeķên DAÎŞê ji DYE-yê ne
Çeķên DAÎŞê ji DYE-yê ne

Çeķên DAÎŞê ji DYE-yê ne

A+A-


Tehran, li ser vekişîna Trumpî ya ji lihevkirina nukleer a Îranê û destpêkirina pêdankirinan û ji bo vî awayî zordayîna Yekîtîya Ewrûpayê xwe neqayîl kir.

 

Mûḥemmed Cewad Zerîfê wezîrê derve yê Îranê ji Euronews-ê re axaft.

Zerîf ji Yekîtîya Ewrûpayê (YE) re got divê ew bi hêza-qeweta xwe bizane û sozên daye bike tevger.

Zerîf weha got: “Tiştê em niha ji Ewrûpayîyan dixwazin; bicîhanîna sozên siyasî û bicîhanîna tedbîrên ekonomîk e.

Xasma di bankegerîyê, taqetê-enerjîyê û veguhestinê de vî nîşan bide.

Têkilîyên me û ḥikûmetên Rûsya û Sûrîyeyê xweş in û dê weha dewam bike jî.

Tevgera me eşkere ye.

Mebesta-hedefa Îranê û Rûsyayê têkoşîna bi kafiristanîyê-terorîzmê û tundîyê re ye.

Eger Trump bixwaze lihevkirina xwe û Pûtînî ji xwe re bike şeref, wek ku her car Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û hevkarên wê dikin, desteka xwe ya didin DAÎŞê jî dikarin ji xwe re bikin şeref.

Êdî eşkere ye ku çeķên-sîleḥên ji alîyê Emerîkayê ve çêkirî di destê DAÎŞê û dezgehên tûj de ne. Jêderên rojavayî belgeya vê derxistin.

Divê em li rastîyê binihêrin.

Rastî; şerkirên bi terorîzmê re, şerkirên bi tundî-tûjîyê re û şerkirên ji bo gelê Sûrîyeyê ne.”

♦ufkumuzhaber/Kurdî

             

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.