1. HABERLER

  2. EDİTÖRDEN

  3. CEJNA REMEZANÊ BIBE SEDEMA BIRATIYÊ Û DADÊ
CEJNA REMEZANÊ BIBE SEDEMA BIRATIYÊ Û DADÊ

CEJNA REMEZANÊ BIBE SEDEMA BIRATIYÊ Û DADÊ

PÎROZBAHIYA CEJNA REMEZANÊ

A+A-

 

Em gihiştine cejna / eyda remezanê ku di jiyana me da ji hêjatirîn dema ye. Em eyda / cejna wan kesan pîroz dikin ew kesên meha remezanê weke  remezanê borandi.


Rojên eydê rojên keyfxweşiyê ne ku Pêxemberê me (silavên Xudê li ser bin.) jî tawsiye kiriye ku hewceye mirov di wan rojan da keyfxweş u ruken bibe. Kesên misilman bêyî ku cidatiya welat, ziman, çand, milet bîne pêş çav vê eydê bi keyfxweşî pîroz dikin. Amadekariyên eydê berî eydê despê dikin u roja eydê bi keyfxweşî despê dike.
Eyd / cejn rojên keyfxweşiyê ne belê em di vê eydê da keyfxweşe ne ji dil dijîn. Çimkî nexweşiyeke hemu mirovan tehdit dike jiyan ji rêya normal derxistiye. Me hemuyan di jiyana rojane da dest ji gelek tiştên ji rêzê jî berda ye.
Vê nexweşiya ecêba di van rojên pîroz da, ku em di hefsa malê da hêlane, ji aliyekê ve jî rehmeteke mazine. Çimkî eve keysekê didete me ku em jiyana xwe bibînine pêş çavan, ji nuve binirxînin. Em di demekê wesa da ne ku mezintirîn armanç  zevke, hazze û hewceye em vê rewşê ji nu ve binirxînin. Hewceye em ji bîr nekin ku tiştek hindî ku dewama wi hebe bi qiymete. Tiştê ku qiymetê xwe berze kiri çi nirxê wi, bihayê wi nîne û şibya çopi ye. Wi demi hewceye kesê bi mejî pişta xwe bi tiştên bê dumahîk / dawî ve girêbide.
Ew kesên bawerî bi Xwedê û roja qiyametî înayî xwe girêdayî jiyana dinyayê nakin. Qurana Kerîm di gele ayetên xwe da aşkera dike ku jiyana vê dinyayê bê qiymet û demkî ye û warê me yê bingehîn cihê axretê ye. Di vê pêvajoyê ya nexweşiya da, ku gelek xweşiya ji destê me digre, meha remezanê hewce be nîşa me dabe ku jiyana vê dinyayê ye ji xwe ye, direwîne, bo demekî kurte û em dê rojekê xatirê ji vê dinyayê xwazin. Heta hinde kes belku bi salane ev şertên tê da ne dijîn, di rewşeke zehmet da ne. Ev pêvajoje, hewceye ji bo fahim kirina rewşa wan kesan , ji bo ava kirina dinyayeke adil jî keysekê didete me û heweceye em evan tiştan bo xwe bikene armanc.
Xwedayê mazin vê eydê bo wan kesan bike eyd ew kesên ku  vê heyva ji bo rizaya Wi rojî girtine u nafsa xwe pê terbîye kirine. Ew heyva ku serê wê rehmet, nîveka wê mexfîret û dumahîka wê jî azad buna ji cahnemê ye bo wan kesan bike eydeke rasteqîn.
Heyva remezanê ji bo paqijîya manevî fersendek bu, em hîvî dikin ku ev paqijiye li hemu dinyayê deng bide, bibe sedema biratiyê, heskirinê, xweşbîniyê, ji bo parastina hidudên Xwedê jî ji bo me bibe keysek. Em weke malbata UFKUMUZHABER’Ê bi hîviya berpirsyariya  ava kirina ruyê zemîn û îhya kirinê û bo hişmendiyekî di vê riyê da. Em cejna we ya remezanê pîroz dikin.

UFKUMUZ HABER EDİTÖRYA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.