1. HABERLER

  2. EDİTÖRDEN

  3. Cejna Alema İslame pîroz be. / Ûfkumuz Xeber
Cejna Alema İslame pîroz be. / Ûfkumuz Xeber

Cejna Alema İslame pîroz be. / Ûfkumuz Xeber

Qurban  / Gohrî bun, di ferhengê da tête wateya ‘nêzîk bun û nêzîk buna rehma Xwedê Teala.’ Qurban weke hemu îbadetan evdi ewilkî digihîne eslê xwe û Xwedê Teala.

A+A-

 

Balkêşe ku qurban ji mal tê dayîn. Di vê mesele da hewceye bê fahim kirin ku evd bi nîmetên hatine dayîn nêzî Xwedê Teala dibe. Bi vî halî mirov, malê ku emanet hatiye dayîn, di riya Xwedê da feda dike û raste rast ji wî malî îstîfade dike.

Îbadeta qurbanê hindî çîroka mirovatiyê ye dirêje. Sureya Hecê, Ayeta 34. ê da dibêje: Me ji bo her ummetekê serjêkirina qurbanê kire îbadet. Sureya Maîdeyê ayeta 27 dê da tê behs kirin ku du kurên Adem Pêxember ji bo Xwedê kurban pêşkeş  kirine.

Qurban di çîroka her du kurên Adem Pêxember da mînaka jidil bunê û di çîroka Birahîm Pêxember û kurê wi da jî teslîmiyetê temsîl dike.

Îbadeta kurbanê di heman demi da demê îbadeta hecê ye. Hec di ferhengê da tê wateyên ‘çoyîn, berê xwe zivirandina tiştekê û seradanê û di îbadeta hecê da hewceye misilmanên ku derfet hene di demê hecê da Qebeyê, Arafatê û Mînayê ziyaret bike û hinek wezifeyên dînî bîne cih.

Birahîm pêxmeber û kurê wi Simayîl bingeha Qebeyê bilind kirin û gotin: Ya  Xudayê me, evê ji me qebul bike. (Sureya beqerayê) Xwedê Teala jî gotibu : Ji bo ku hinek feydeyên wê ji nêzîk ve bibînin  bila mirovan gazî bikine wê dere. (Sureya hecê,28)

Hec gelek îbadetên sembolik di nava xwe de divehewîne. Hinek ji wan; bê qiymetiya malê dinyayê, wekheviya hemu mirovan ya nijad û ziman, reng, û meqaman û proveya mehşerê ye.

Sureya Hecê ayeta 37. ê hişyariyê didete ser têkiliya di navbera qurban û teslimiyet bunê da. Di eyni sureyê da ayeta 39. da îşareta paqijiyê ji pîsiyan îşaret dike.

Peyama qurban û hecê ya bingehîn ewe ku mirov xwe ji dinyevî bunê dur bigre. Ji bo pêk anîna van îbadetan hewceye mirov di riya Xwedê da ji xwe ji meqamên dinyayê xelas bike.

Misilman belku cara ewilkîye ku di dîrokê da îsal hecê, ji xeynî komeke biçuk, nakin. Ev halê ku me gelek xemgîn dike îşaretê dide me ku  hêj ev fersende ji dest neçoyî em bo xwe xêran bikin. Çimkî mirin pêşya xêran digire û nahêle mirov xêran bike. Ji ber wê Pêxemberê Xwedê (s.xl) gotiye: ‘Mirina ku hemu xweşiyan ji binive dibire hemi deman bibînine bîra xwe’ u gazî me dike ku em di zutirîn dem da xêra bikin.

 

Em wek famîleya Ûfkumuz Xeberê, îbadeta ḥecê û cejnê, bi hîvîya hatina biratîya ummetê, zanînê û edaletê pîroz dikin. Hîvîya me ji Rebbê me ew e ku ji bo xatirê vê dema pîroz ji birayên me yên musliman û hemû mirovahîyê re ji qatê xwe alîkarîyê bişîne.

Cejna we pîroz be. / Ûfkumuz Xeber

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.