1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Çawîşoẍlû tarîxa vekişîna YPG-ê ji Minbicê eşkere kir
Çawîşoẍlû tarîxa vekişîna YPG-ê ji Minbicê eşkere kir

Çawîşoẍlû tarîxa vekişîna YPG-ê ji Minbicê eşkere kir

A+A-

 

Minbîc: Dê di 4ê Temûzê de vekişîn dest pê bike

 

Mewlûd Çawîşoẍlûyê wezîrê derveyê Tirkîyeyê got piştî ku di nava 4ê Ḥezîranê û 4ê Temûzê de karkirin bi dawî were-biqede, dê di 4ê Temûzê de vekişîna YPG-ê ya ji Minbîcê dest pê bike. Heta vêga xerîteya rêyê bi temamî tê pêkanîn. Hîç nexweşîyek tune ye. Em di birêvebirina proseya sibêrojê de jî hîç dudilîyê nakin. Eger em xerîteya rêyê ya me bi hev re ava kiriye pêk neynin em ê çawa bi hev ewle-emîn bin? Dê ewlehî-emînbûn bi temamî tune bibe. Ji ber ku yek ji sebebên van gavan jî ji nû ve avakirina ewlehîya nava Tirkîyeyê û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE)yê ye ku ji ber wan xera’ bûye. Ev serfirazîyeke dîplomatîk e. Em carna di qadê de tev diğerin û di maseyê de jî heta paşîyê diparêzin. Em di qadê de bidestketîyên xwe ji dest nadin. Ev awa dê ji bo herêmên din ên di destê YPG-ê de ne jî nimûneyek be, ne bi tenê ji bo Minbîcê.

DYE çawa çekan dabe dê welê jî bistîne

Emerîkan çawa çekan dabin wan dê wilo jî bistînin. Nayê zanîn ka çend YPG-yî hene. Piştî em daketin qadê em ê eşkere bibînin. Ê ku çek dane Emerîka ye, ê ku berhev bike jî dê Emerîka be. Em ê bi YPG-yîyan re muxateb nebin, em ê ji wan re nebêjin ‘ka çekî bide’. Çek ne çeke min e, ê ku çek daye jî eşkere xuya ye. Ew ê bistînin û em ê jî çav bidêrin.

Eger em û YPG-ê rû bi rû bimînin Jixwe tiştê kirine eşkere xuya ye.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

       

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.