1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Çavuşoglu û Lavrov derbarê Sûriyê û S-400an de civiyan
Çavuşoglu û Lavrov derbarê Sûriyê û S-400an de civiyan

Çavuşoglu û Lavrov derbarê Sûriyê û S-400an de civiyan

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu û hevtayê wî yê rûsî Sergey Lavrov li Taylandê derbarê rewşa Sûriyê û S-400an de hevdîtinek pêkanîn. Çavuşoglu piştî hevdîtinê got, ku Tirkiye û Rûsya ji bo avakirina Komîteya Destûra Sûriyê li gel hev kar dikin. Derbarê S-400an de jî Çavuşoglu got, ku ew sîstem ti gefan li ser NATOyê pêk nayîne.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Bangkoka paytexta Taylandê, beşdarî 52.Kombûna Wezîrên Derve ya Yekitiya Netewên Başûr Rojhilatê Asyayê (ASEAN) li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civînek pêk anî û bersiva pirsên medya rûsî da.

 

Mevlut Çavuşoglu aşkera kir ku di çarçoveya çareserkirina krîza Sûriyê de dê li Nûr Sultan (Astana) ya paytexta Kazakistanê kom bibin û got ku di wan kombûnan de dê meselayên krîtîk gotûbêj bikin û wiha pê de çû, “Pêwîst e em zêdetir îhtîmamê bidin proseya siyasî. Em dê avakirina Komîteya Destûrê gotûbêj bikin. Ji bo ragihandina komîteyê em li gel hev kar dikin.”

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê S-400an de ku çend hefte berê veguhastina wan bo Tirkiyê dest pê kiribû diyar kir, “Ti kêşeyeke me li gel NATOyê nîn e. S-400 li ser NATOyê ti gefan pêk nayînin. Tirkiye di gelek mijaran de têkariya xebatên NATOyê dike. Ev mijar di ti civînên NATOyê de nehatiye rojevê.”

 

Çavuşoglu herwiha ragihand ku meseleya kirrîna S-400an ji peywendiyên Tirkiye-NATO zêdetir, têkildarî peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê ye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.