1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Çavê Birêvebirîya EBBASÎ li ÇEKÊ Diberxwedana Ẍezeyê de ye
Çavê Birêvebirîya EBBASÎ li ÇEKÊ Diberxwedana Ẍezeyê de ye

Çavê Birêvebirîya EBBASÎ li ÇEKÊ Diberxwedana Ẍezeyê de ye

A+A-

 

Jêderên giring ên Birêvebirîya Filistînê dan zanîn ku li pêşîya bidawîanîna perçebûna li Filistînê teşqeleyên pirr giring hene.

 

Li gora xebera El erebî El cedîd-ê jêderên Filistînî di ravekirinên xwe de didin der ku sebebên serekî yên lihevhatinê têk dibin; çekên diberxwedanê û mûçeyên-miaşên wezîfedarên Ẍezeyê ne û Birêvebirîya Filistînî dixwaze çekên diberxwedana li Xezeyê kontrol bike.

Jêder weha dibêjin:

“Mijara çekan, kakilê lihevnekirinê ye. Li dinyayê hîç sîstemek nahêle ku çek di heman dewletê de li çend alîyan bin.

Dê encamên dan û standinên paşîn ên li Qahîreyê wek hîvî ji wan tê kirin nînbe. Wezîfedarên li Ẍezeyê kesên di dema perçebûnê de kirî memûr in. Ev jî di teşqeleyê de alîyekî din in. Bizava Ḥemasê dixwaze van jî entegreyî Birêvebirîya Filistînê bike. Birêvebirîya Filistînê jî dixwaze wan li cîhê bi qîma xwe bi cîh bike.

Bizava Ḥemasê di ravekirinên xwe yên cûr bi cûr de dibêje Bizav, ji bo lihevkirinê her cûr hêsanîyan pêk tîne, ew ji bo biserketina lihevkirinê û berhemdarîya wê ji pêkanîna hemû hêsanîyan re amade ne.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.