1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Çavdêreka siyasî: Tirkiye û Sûriye dê dest bi hevdîtinên fermî bikin
Çavdêreka siyasî: Tirkiye û Sûriye dê dest bi hevdîtinên fermî bikin

Çavdêreka siyasî: Tirkiye û Sûriye dê dest bi hevdîtinên fermî bikin

Çavdêreka siyasî dibêje, îhtimal heye piştî hevdîtina Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerfî bi rayedarên Tirkiye û Sûriyê re, îhtimal heye hevdîtinên fermî di navbera Enqere û Şamê de dest pê bikin.

A+A-

 

Çend roj berê Wezîrê Derve yê Tikriyê Mihemed Cevad Zerfî çûbû Sûriye û Tirkiyê û birayedarên wan welatan re hevdîtin kiribû.

 

Li ser encamên wan hevdîtinan, çavdêra siyasî Dr. Yeşîm Demîr ji K24 re gotiye, yek ji armanc û pilanên serdana hevdîtina Zerfî bi rayedarên Tirkiye û Sûriyê re ew e ku Enqere û Şamê li hev bîne.

Dr. Yeşîm Demîr her wiha gotiye, zemîna vê yekê jî heye çimkî ev demek e Tirkiye êdî mîna berê li hember Beşar Esed tûj naxive.

Bi nêrîna wê çavdêra siyasî, di demek nêzîk de Tirkiye û Sûriye dê li ser mijarên mîna ewlehiya sînoran û yekparçetiya axa Sûriyê dest bi hevdîtinên fermî bikin.

Rayedarên Tirkiyê beriya niha gotibûn, hevdîtinên wan bi Sûriyê re di asta nizim de hene lê fermî nînin. 

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.