1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Çar partiyên xwe li hemberî PDK-ê û YNK-ê dikin yek
Çar partiyên xwe li hemberî PDK-ê û YNK-ê dikin yek

Çar partiyên xwe li hemberî PDK-ê û YNK-ê dikin yek

A+A-

Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê du dêwên mezin in û zêde şansê partiyên dî yên biçûk li hemberî wan nîne. Ji ber hindê jî Partiya Yekgirtî ya Îslamî ya Kurdistanê û sê partiyên dî li hev kir ko bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin.

Partiyên ko xwe dane hev ev in: Partiya Yekgirtî ya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst ya Demokrat ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê (şaxê Qadir Ezîz) û Komela Îslamî ya Kurdistanê.

Ev çar partî dê bi navê Lîsteya Xizmetguzarî û Reformê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin.

Ji bilî van herçar partiyan grupa Newşîrwan Mistefayî ya ko ji YNK-ê veqetiya ye dê bi lîsteyeka cida beşdarî hilbijartinan bibe û têt texmîn kirin ko ew li Silêmaniyê hinek dengan ji YNK-ê bistîne.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.