
Bulgariyên li Bakur hatin bicihkirin êdî bi kurdî diaxivin
Ji 36 malbatên tirkên Bulgaristanê ku di sala 1939an de li gundê Beşpinar a ser bi navçeya Çinar a Amedê hatin bicihkirin, tenê 3 malbat mane.
Di dema serokomarê wê demê yê Tirkiyeyê Îsmet Înunu de ji bo bişaftina zimanê kurdî û guhertina demografya Bakurê Kurdistanê bi hezaran koçberên Bulgar anîn û li Bakurê Kurdistanê bi cih kirin. Lê niha li Bakur piraniya wan koçberî bajarên tirkan bûne û Kurdistan terk kirine. Li hin gundan tenê 2-3 malbatên Bulgar mane ku ew jî niha piranî bi kurmancî diaixvin.
Gundê Beşpinara ser bi navçeya Çinarê ya Amedê ve ye. Taybetiya vê derê ew e ku gund di sala 1939'an de ji aliyê koçberên Bulgar ve hatiye avakirin.
Di dema Serokomarê wê demê Îsmet Înonu de, ji bo guhertina demografiya li Bakurê Kurdistanê, ji Bulgaristanê bi hezaran koçberan anîne li Amedê bi cih kirine.
Yek ji van koçberên Bulgar jî Şahabetîn Şîmşek e. Ew dibêje, niha ji wan tenê çend mal li gund mane û piraniya gund niha di destê kurmancan de ye.
Koçberê Bulgar, Şahabetîn Şîmşek derbarê bicihbûne wan li gundê Beşpinarê de ji Rûdawê re axivî û got: “Dewlet ew anîn. Em 36 malbat anîn. Em bi tirkî diaxivîn. Lê niha kurmancî diaxivin. Bûkê me kurmanc in. Me keçên xwe dane wan. Keça xaltiya min li cem wan e. Hinek guherî ne, hinek neguherî ne.”
Sedema bicihkirina koçberên Bulgaran li gundan, bişaftina zimanê kurdî bû. Lê di şûna kurmanc biguherin de, ew guherin. Piraniya wan jiyana xwe ya rojane de bi kurmancî diaxivin.
Rahîm Şîmşek yek ji koçberên Bulgar e û ew jî dibêje: “Hevalên min pir baş in. Ji wan pir hez dikim. Ew jî ji min hez dikin.”
Koçberekî din ê bulgarî yê bi navê Suleyman Şîmşek jî li ser pêwendiyên xwe û Kurdan diaxive û dibêje: “Hevalên min jî piranî kurmanc in. Ji xwe em li vir 3 mal mane. Apê min, xalê min li vir in. Ên din hemû bar kirin û çûn.”
Remziye Şîmşek jî jineke koçberên tirk ên ji Bulgaristanê ye û derbarê bicihbûne tirkên Bulgaristanî li Bakurê Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Bav û kalên me ji Bulgaryayê hatine. Ez li vir çêbûme, li vir mezin bûme, li vir zewicî me. Ez ji gundê xwe gelek kêfxweş im.”
Piraniya koçberan porên wan zer in û çavşîn in. Ji rengê wan nebe, ji axaftina wan kes nizane ku ew tirkên Bulgar in. Lewre ew êdî bi kurmancan re bûne yek û hemû edetên wan jî weke yên kurdan in.
Muxtarê berê yê Beşpinarê Şêxmûs Kaplan jî li ser têkiliyên navbera Kurdan û tirkên ji Bulgaristanê axivî û da xuyakirin: “Me keç dane hev, me ji wan keç standin. Vaye 66 sal in em bi hev re ne. Me ji hev hez dikir. Em weke bira bûn. Muhacirên Bulgaristanê baş bûn.
Di destpêka salên 1940'î de bi hezaran koçberên tirk ên Bulgar, li gelek bajar û navçeyên Bakur hatibûn bicihkirin. Tenê li Amedê ji van koçberan 18 gund hatibû avakirin. Lê niha li her gundekî tenê 2-3 malbatên koçber mane û piraniya wan careke din koçberên bajarên tirkan bûne.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.