
Brîtanya û Yekîtiya Ewropa qonaxa piştî Brexitê gotûbêj dikin
Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê dest bi danûstandinên qonaxa piştî Brexitê dikin û biryar e di yekemîn rûniştina xwe de behsa organîzekirina peywendiyên navbera London û Brukselê bikin.
Biryar e îro 2ê Adarê şandên danûstandinên yên Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê derbarê organîzekirina peywendiyên navbera Bruksel û Londonê de, li Brukselê bicivin û dest bi danûstandinên xwe yên di vê derbarê de bikin.
Herdu alî hevdem di vê civînê de, dê behsa peywendiyên siyasî, aborî, emnî, hevahengiya polîsî û çendîn mijarên din bikin.
Frenchman Brainier serokatiya şanda Yekîtiya Ewropayê dike û Rawêjkarê Hikûmeta Brîtanyayê David Frost jî serokatiya şanda Brîtanyayê dike.
Brîtanya piştî 3 salan ji encamdana giştpirsiya derketina ji Yekîtiya Edwropayê, şeva 31ê Çileya 2020 bi fermî ji wê yekîtiyê derket û alên wî welatî li ser hemû saziyên yekîtiyê anîn xwarê.
Brîtanya sala 1973an beşdarî nav Yekîtiya Ewropayê bûbû û ji bo derketina ji wê yekîtîyê jî sala 2016an, hikûmeta wî welatî ya bi serokwezîrtiya David Cameron giştpirsiyek lidar xistibû, ku ji sedî 52 xelkê Brîtanyayê dengê ‘Erê’ dabû û piştgirî dabûne giştpirsiyê.
Di nava herêmên Brîtanyayê de nêrîna cuda derbarê Brexitê hene, di demekê de ku Skotland û Îrlendaya Bakur dixwazin li gel YE bimînin, li hember jî xelkê Herêma Wêlz (Wales) bi derketina ji YE re ne.
Hikûmeta herêma Skotlandayê daxwaza encamdana giştpirsiya serxwebûnê dike û dixwaze ji Brîtanyayê cuda bibe û li gel YE bimîne, lê London heta niha razîbûna xwe li ser vê daxwaza Edinborgê nîşan nedaye.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.