Brett McGurk çû Silêmaniyê
Brett McGurk Nûnerê Amerîka yê li Hevpeymana Navdewletî dijî DAIŞê çû Silêmaniyê û ligel Hêro Ehmed Îbrahîm, Endama Mekteba Siyasî ya YNKê civiya.
A+A-
Li gorî agahiyên malpera Rûdawê li ser navê şanda YNKê Bafil Talebanî, Lahor Şêx Cengî û herwisa Douglas Silliman, Balyozê Amerîka yê li Bexdayê û Ken Gross Konsolosê Amerîka yê li Hewlêrê jî beşdarî civînê bûn.
McGurk şeva borî jî ligel Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê civiyabû û biryar e ku îro serdana Hewlêrê jî bike û daxwaza paşxistina referandûma serxwebûnê bike.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.