
Bo razîkirina kurdan şanda Dewleta Yasa û Saîrûn têne Hewlêrê
Biryare şanda Îtîlafa Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî li gel şanda Hevpeymaniya Saîrun bi Serokatiya Muqteda Sadr li gel lîsta Nesir bi Serokatiya Heyder Ebadî bo pêkanîna mezintirîn hevpeymaniya parlamentoyê heftiya bê serdana Hewlêrê bikin.
A+A-
Rojnameya El Heyat a Lendenî li ser zarê berpirsên Herêma Kurdistanê aşkere kir ku, şanda Îtîlafa Dewleta Yasa bi armanca razîkirina partiyên Kurdistanî daku, biçine nav hevpeymaniya wan û li gel lîsteya Fetih bo pêkanîna mezintirîn hevpeyamaniya parlamentoyê serdana Hewlêr dikin.
Li gor wan berpirsan heftiya bê şanda lîsteya Saîrûn û Nesir jî bo heman armancê serdana Hewlêrê dikin.
Rojnameya El Heyat da zanîn ku, her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) ne li dijî çûna nav wê hevpeymaniyê ne bi mercê ku, ew alî pêbendî şert û mecên wan bikin.
Basnews
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.