1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Biryargeha Destdanîna ser Petrola Sûrîyeyê
Biryargeha Destdanîna ser Petrola Sûrîyeyê

Biryargeha Destdanîna ser Petrola Sûrîyeyê

A+A-

 

Tê gotin ku Pentagon li Dêrazorê ya Sûrîyeyê ya dewlemenda bi petrole biryargeha xwe ya eskerîya ya mezintirîn ava kiriye. Herêm ketibû destê HSD-ê.

 

Li gora acansa xeberan a Ûris Spûtnîkê Rûsyaya ku berê jî gelekê caran DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) yê ji ber li Sûrîyeyê avakirina biryargehên eskerî yên veşarî gunehbar kiribû wê carekî din jî gunehbar kir.

ŞERÊN PETROLÊ

Endamên HSD-ê jî ji Spûtnîkê re axaftin û gotin DYE dixwaze biryargeheke eskerî ava bike. Di xeberê de ravekirina Aleksandr Venedîktovê alîkarê sekretere tevahîya Encûmena Ewlehîya Rûsyayê jî tê dibîranîn. Venedîktovî gotibû DYE li bakurê Sûrîyeyê li herêma di desthilatdarîya YPGê de nêzîkî 20 biryargehên leşkeri ava kiriye.

Li Dêrazorê ya rojhilatê Sûrîyeyê jî biryargehên DYEyê hebûn. Lê tê gotin biryargeha paşîn a Ḥeqlelʕumerê, ya gencîneya wê herî pirrtir e. Wisa hat bihîstin ku piştî vê xeberê rejima Sûrîyeyê jî bi miqdarekî pirr çek û alavên eskerî şandiye herêmê. Dêrazorê ya tixûbê-sînorê Îraqê xwedana energîya herî pirr a Sûrîyeyê ye.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

               

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.