1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Bila ray ji nû ve bi destan werin jimartin!
Bila ray ji nû ve bi destan werin jimartin!

Bila ray ji nû ve bi destan werin jimartin!

A+A-


Piştî ku di rojên çûyî de agir bi depoya rayan ketibû, guman tevlî bijartinên Îraqê bûbû. Meḥkemeya Qanûnê Esasî ya Îraqê biryara-qerarê “bera encamên bijartinê ji nû ve bi destan werin jimartin”ê rast dît.

 

Piştî bijartinên 12ê Gulanê yên bi îddîayên sextekarîyê û tevlîbûyîna kêm, li Beẍdayê agir bi depoyên qomsêrîya bijartinê ketibû, hevkarî-koalîsyon nikaribû were avakirin û ji ber gumana sextekarîyê ji alîyê Meḥkemeya Qanûnê Esasî yê Îraqê ve biryara bi destan jimartina rayan hatibû dayîn.

Meclisa Îraqê biryar dabû ku rayên bi awayê elektronîk jimartî werin betalkirin û di hemû sindoqan de bijartin bi dest were kirin.

Li Îraqê di 12ê Gulanê de bijartina ḥikûmeta navendî hatibû lidarxistin. Di bijartinê de Hevkarîya Saîrûnê ya bi serektîya Muqteda Elsedrê şiʕî bi 54 kursîyan bûbû pêşîk. Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi serektîya Mesʕûd Barzanî bi 25 kursîyan li Herêma Kurdistanê bûbû pêşîk û li Îraqê jî bûbû ya 5an.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.