1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. 'Bi şer û pevçûnan pirsgirêk çareser nabin'
'Bi şer û pevçûnan pirsgirêk çareser nabin'

'Bi şer û pevçûnan pirsgirêk çareser nabin'

Hunermend Ciwan Haco: "Bi şer û pevçûnan pirsgirêk çareser nabin, kî dixwaze mirov bên kuştin? HDP vê carê bi 59 parlemanterî çû nav parlementoyê, divê pirsgirêk li wê derê çareser bibin"

A+A-

Hunermend Ciwan Haco destnîşan kir ku bi şer û pevçûn û kuştinan pirsgirêk (pirsa kurdî) çareser nabin û divê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku vê carê bi 59 parlemanteran ketiye parlementoyê, li wê derê li çareseriyê bigere.

Haco, serdana pêşmergeyên ku li eniya şer ya bajarokê Gwêrê ya girêdayî navçeya Mexmûrê kir. Haco li wê derê ji nûçegihanê AAyê ra axivî û di axaftina xwe da destnîşan kir ku ji bo serdana pêşmergeyên ku li dijî DAEŞa rêxistina terorîst şer dikin hatiye û got, "Ez hatime moralê bidim pêşmergeyan û herwiha moralê ji wan bistînim. Her sal ez serdanên bi vî şiklî dikim. Nuha jî ji bo video klîbekê ez li vê derê amadebûm. Sitrana min ya bi navê 'Pêşmerge' ku min di salên 1980yan da best pê kiribû, min ji nûve dagirt û video klîbekê jê ra çêdikim"

Ciwan Haco herwiha di derbarê Pirojeya Yekîtiya Neteweyî û Biratiyê ya li Turkiyeyê da destnîşan kir ku divê dawî li pevçûnan û tundiyê were û got, "Pirsa kurdî divê bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin. Divê kurd bi rêyekê ku kuştin tê da nebe bigihijin mafên xwe."

Haco bangewazî li HDPyê jî kir ku divê di bin banê parlementoyê da siyasetê bike û wiha got: "Bi pevçûn û kuştinan pirsgirêk çareser nabin. Kî dixwaze mirov bên kuştin? HDP vê carê bi 59 parlementeran kete nav parlementoyê, divê hikûmeta AK Partiyê jî wan weke muxatab bigire û bihêle kurd bi rêya qanûnî bigihijin mafên xwe."

Hunermendê Kurd Ciwan Haco di sala 1957an li Qamişlo ji dayik bûye û niha li welatê Swêdê dijî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.