1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Bi Îraqê re Têkilîya Zanyarîyan
Bi Îraqê re Têkilîya Zanyarîyan

Bi Îraqê re Têkilîya Zanyarîyan

A+A-

 

Piştî bilêvkirinên serekdewletê Tirkîyeyê Erdoẍanî yên li ser Sincar (Şingal)ê eşkere bû ku di nava serekwezîrê Tirkîyeyê Bînalî Yildirim û serekwezîrê Îraqê Ḥeyder Elîbadî de dan û standineke din î dîplomatîk pêkhatiye.

 

Li ser vê yekê Serekê Dezgeha Zanyarîya-Îstîxbarata Îraqê hatiye Stenbolê û bi Hakan Fîdanî re daye û standiye.

Piştî ku serekê dewleta Tirkîyeyê Erdoẍan ji bajarê Varnaya Bulẍaristanê ji dan û standina bilind a Tirkîye û YE (Yekîtîya Ewrûpayê) vegerîya bersiva pirsên qezetegeran da, weha got:

Hatiye ba Hakan begî (şîretkarê MÎTê) û axaftine. Dibêjin bipêşveçûnên erênî hene. Em ê bi dû karî bikevin. Em ne bi tenê li xuyandinan dinihêrin; em dixwazin rast bidêrin û bi çavên xwe jî bibinin. Eger terorîst ji Sincarê werin derxistin çi baş e. Ne eger nehatibin derxistin û ji sînorê-tixûbê me 60 kîlometre dûr bin em ê bi ser Sincarê ve jî tev bigerin-operasyonê bikin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.