1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Bi doza Ergenekonê û TRT-Şeşê bêhna kurdan fireh bû
Bi doza Ergenekonê û TRT-Şeşê bêhna kurdan fireh bû

Bi doza Ergenekonê û TRT-Şeşê bêhna kurdan fireh bû

A+A-

Ergenekon rêxistineka terorê ya dewleta Tirkiyeyê ye û bi rêya wê rêxistinê li Tirkiyeyê û Kurdistanê jiyan li kurdan heram bûbû. Hikûmeta niho bi doza li hemberî Ergenekonê hem cihê piyê desthilata xwe saxlem dike û hem jî rêya jiyaneka bêtirs ji kurdan re temîn dike.

Heta berî salekê jî kurdên li Stenbolê û yên li bajarên kurdan heroj bi tirsa jiyana xwe ji malên xwe derdiketin û nedizanîn ka dê saxlem vegerin malê yan ne. Van rojan televizyonên Tirkiyeyê bi wêneyên dramatîk yên ji aliyên cida yên Tirkiyeyê xemilandî ne û dozer û kepçe ne tenê cih û mexzenên sîlehên ergenekonciyan dikolin û bi van wêneyan diyar dikin ko li Tirkiyeyê proseseka normalîzasyonê destpê kiriye.

Piştî doza Ergenekonê kurd jiyaneka aramtir û ewletir dijîn. Bi vebûna kanala televizyona kurdî TRT-Şeşê bêhna kurdan hêj firehtir bû û familyeyên kurdan li malên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî jiyan û kultura xwe dibînin û pê re dijîn.

Rewşenbîrê kurd Umit Firat ko li Stenbolê dijît hem doza Ergenekonê û hem jî TRT-Şeşê ji nêzîk ve teqîb dike û îro wî li Taksîmê li qehwexaneyeka ko kurd û tirk diçinê ji Nefelê re got:

— Li Tirkiyeyê bi giştî bêhêviyek û bêbaweriyek li hemberî sîstema edaletê û hiqûqê ya Tirkiyeyê heye lê belê bi doza Ergenekonê ev cara pêşiyê ye ko bawerî bi edaletê û sîstema îdarî hinekê çêdibe û ji bilî terefdarên Ergenekonê xelkên dî çi kurd bin çi jî tirk bin rehet dibin. Tehqîqata li hemberî Ergenekonê gehişt qunaxeka wisa ko hêdî hikûmetê û dewletê jî cesaret nekir jê vegere, heger jê vegeriyaya dê rîskeka mezin bûya.

— Ji aliyekî ve ev doz li hemberî Ergenekonê dimeşe û ji aliyekê dî ve jî ev cara pêşiyê y eko kurd bi weşana TRT-Şeşê bi hebûna xwe, bi nasnameya xwe û bi kultura xwe hesiyan û mesele konkretîze bû. Yanî kurdan heta niho soz û ehdên vala dibihîstin lê belê bi weşana TRT-Şeşê sozek bû realîte û vê jî bêhnfirehiyek bi xwe re anî.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.