1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. BEXDAYÊ VÊ CARÊ JÎ XETÊN TELEFONÊ BIRÎN
BEXDAYÊ VÊ CARÊ JÎ XETÊN TELEFONÊ BIRÎN

BEXDAYÊ VÊ CARÊ JÎ XETÊN TELEFONÊ BIRÎN

A+A-

 


Wezareta Têkilî û Ragihandina Herêma Kurdistanê ragihand Hikimeta Bexdayê xetên telefona Herêma Kurdistanê birîne û bertek nîşa vê kiryara Hikimeta Bexdayê da.

 

Wezaretê di daxuyaniyê da got: Bexdayê ev biryare bêyî Hewlêrê wergirtiye û heke ev biryare neye dirist kirin em dê meseleye bibine dadgehê. Ev kiryara Bexdayê ye bê hiquqe. Di demê Rejima Baasê da jî kiryareke viha nehatiye kirin û wi demi jî xeletên telefonê nehatine birîn.

Wezaretê di daxuyaniyê da got: Heta niha jî nexweşxane, saziyên ewlehiyê û gelek dezgehên dewletê yên resmî van xetên telefonê bi kar diînin û xizmeta xelkê bi riya van telefonan dikin. Birîna van telefonan ji bo welatiyên herêmê dê bibe sedema astengiyan û ji aliya maddî ve jî herêm dê xisareke mazin bibîne.

Wezaretê di derheqê mesele da hişyarî da Bexdayê û got: Hewceye Hikimeta Bexdayê ji vê kiryara xwe bizivre û heke xetên telefonê neyêne çêkirin em dê meseleye bibine dadgehê.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

              

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.