1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Bexda pereyên Pêşmerge dişîne”
“Bexda pereyên Pêşmerge dişîne”

“Bexda pereyên Pêşmerge dişîne”

Parlamantereke kurd li Bexdayê ragihand ku, Wezareta Bergiriyê ya Iraqê dest bi şandina para Hêzên Pêşmerge ji bûdceya Artêşa Iraqê kiriye.

A+A-

Parlamantera PDKê di Parlamentoya Iraqê de, Necîba Necîb ragihand ku, di 20 meha Nîsanê de fermanek bi navê (9/1 ş. ê/4615) ji aliyê Encumena Wezîran a Iraqê ve pêşkêşî Wezareta Bergiriyê derbarê dana para Hêzên Pêşmerge, hatiye şandin û tê de daxwaz hatiye kirin ku li gorî qanûna bûdceya Iraqê ew pere werin dan.
 

Derbarê bersiva Wezareta Bergiriyê de, Necîba Necîb ji Rûdawê re ragihand: “Di 6ê vê mehê de wezaretê bersiv (9/1/36282) da û tê de ragihand ku, wan dest bi şandina para Pêşmerge ji bûdceya 2015 kirine.”
 

Qanûna bûdceya Iraqê ya sala 2015an dibêje, % 17 ji bûdceya Wezareta Bergiriyê divê ji bo Hêzên Pêşmerge be, ku dike 12 trilyona dînar, ew jî bo dana mûçeyên Pêşmerge û perwerdeya leşkerî û keresteyên leşkerî.
 

Herwiha jibilî wê jî, Hewlêr û Bexda lihev kiribûn ku Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê û Bexda jî % 17 ji bûdceya Iraqê bide Kurdistanê, lê ji ber ku Bexda ew pere neşand, Kurdistan neçar ma ku dest bi firotina petrola xwe bike bi awayekî rasterast û dawiya wê rêkeftinê bê.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.