1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Bexda: Em sizayên Amerîkayê qebûl nakin û em ê piştevaniya Îranê bikin
Bexda: Em sizayên Amerîkayê qebûl nakin û em ê piştevaniya Îranê bikin

Bexda: Em sizayên Amerîkayê qebûl nakin û em ê piştevaniya Îranê bikin

Îro yekşemê 26.05. 2019an Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm aşkere kiriye ew sizayên Amerîkayê li ser Îranê qebûl nakin û ew ê piştevaniya Tehranê bikin.

A+A-

 

Duhê êvarê Wezîrê Derve yê Îranê MihemeD Cewad Zerîf serdana Bexdayê kiribû û îro Zerîf ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm civiya.

 

Piştî civînê di presskonferansa hevbeş da Hekîm got wî ligel Zerîf çend meseleyên aboriyê û geştiyariyê gotûbêj kiriye û wan projeya çêkirina rêya trênê di navbera herdu welatan jî gotûbêj kiriye.

Herwiha Hekîm amaje bi wê yekê jî kiriye geşedanên dawî yên li herêmê û girjiya li herêmê jî di civîna wan da hatiye gotûbêjkirin û ew di wê baweriyê da ne divê herêm aram be û ew ê hewl bidin seqamgirî li herêmê hebe.

Hekîm di dawiya axaftina xwe jî behsa girjiya di navbera Amerîka û Îranê jî da kir û got wê Bexda pêbendî sizayên ser Îranê nebe û piştevanê Îranê be û ligel Îranê cî bigire.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.