1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Beẍda, di mijara lêkolîna mîaşan de serê me diêşîne”
“Beẍda, di mijara lêkolîna mîaşan de serê me diêşîne”

“Beẍda, di mijara lêkolîna mîaşan de serê me diêşîne”

A+A-

 

Birêvebirê Pîlankirinê yê Wezîrîya Siḥheta Kurdistanê Vîyan Ḥiseyîn got ku Beẍda di şandina mîaşên hinek memûrên wezîrîyên siḥḥetê û hînkirinê de serê wan diêşîne. Ḥiseyîn da xuyandin ku encûmena ku ji Beẍdayê hatiye cara paşîn gotiye ku navên pîr û kalên memûran ji wan re divê û bi vî awayî di xebatan de serê wan êşandiye.

 

Encûmeneke ji Beẍdayê hatî, ji bo bi rêk û pêkkirina lîsteyên mîaşan ên ji alîyê wezîrîyên siḥḥetê û hînkirinê yên Kurdistanê îro hat Hewlêrê.

Vîyan Ḥiseyînê Birêvebirê Pîlankirinê yê Wezîrîya Siḥheta Kurdistanê got encûmena Beẍdayê li ser xwastina Ḥeydar Ebadîyê Serekwezîrê Îraqê ji bo kolîna li ser lîsteyên mîaşên wezîrîyan hatine. Vîyan Ḥiseyîn got berê jî ji Beẍdayê encûmen ji bo kolîna li ser lîsteyên mîaşan hatine lê Beẍda li ser mijarên hevdîtin û nirxandinên berê hîç pêşketineke xuyayî pêk neanîye.

Vîyan Ḥiseyîn nemaze got Beẍda dixwaze serê wan biêşîne û Ḥeydar Ebadî ji bo zehmetkirina lêkolînên encûmena lîsteyên mîaşan cara paşîn gotiye ‘divê navên dapîr û bapîrên memûran divên’ û bi vî mebesta wan zehmetkirina xebatan e.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

         

Etiketler : , , ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.