1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. BERTEKÊN LI HEMBERÎ BIRYARA QUDUSÊ YA EMERÎKAÊ DÊ VÊ ÎNIYÊ JÎ DEWAM BIKIN
BERTEKÊN LI HEMBERÎ BIRYARA QUDUSÊ YA EMERÎKAÊ DÊ VÊ ÎNIYÊ JÎ DEWAM BIKIN

BERTEKÊN LI HEMBERÎ BIRYARA QUDUSÊ YA EMERÎKAÊ DÊ VÊ ÎNIYÊ JÎ DEWAM BIKIN

A+A-

 


Hereketa Cîhada Îslamî di daxuyaniyeke nivîskî da ragihand ji ber şehîd kirina Ahmed Cerrar ev îniye dê bibe îniya hêrsê û em hemu dê bi hevre ber bi aliyê cihên Îsraîlê ve herin.

 

Di daxuyaniyê da hate gotin bi statuya Qudusê ve leyîstin dê bibe sedema buyerên mazin. Xelkê Filîstînê dê li hemberî planên Siyonîst û Emerîkayê bisekine ku dixwazin mafên me ji bo xwe bikine armanc û li axa me bicih bibin, me dorpêç bikin. Em jî dê serhildana xwe dewam bikin.

Hate gotin: Hate ispat kirin ku bi Îsrailê peyman û lihev hatin nabe. Întîfada, û berxwedan ji bo parastina maf û axa me ji bo me hemuyan orjînaltiirîn rêye.

Leşkerên Îsraîlê, bi hinceta kuştina cihuyekê, li herêma El-Yamunê di ser malê Ahmed Cerrar da girtibu û Ahmed Cerrar' kuştibu. Tê gotin Ahmed Cerrar fermandarekî Tugayên El Qassamê bu.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

                   

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.