1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Berpirsên DTP-ê dest ji PKK-ê bernadin û dewleta tirk jî dest ji DTP-ê bernade
Berpirsên DTP-ê dest ji PKK-ê bernadin û dewleta tirk jî dest ji DTP-ê bernade

Berpirsên DTP-ê dest ji PKK-ê bernadin û dewleta tirk jî dest ji DTP-ê bernade

A+A-

Dewleta tirk PKK-ê wekî çakûçekê lêdanê li ser serê kurdan û nemaze li ser serê DTP-ê û berpirsên wê heroj vedihejîne. Siyasetmedarekê wekî serokê belediyeya Diyarbekirê Osman Baydemirî jî ji tawana ”propagandaya rêxistina terorê” xelas nebû û lewra vê carê çakûçê deh meh cezayî li serê wî ket.

Li gor biryara Mehkemeya Cezayê Giran ya Diyarbekirê Osman Baydemirî û serokê belediyeya Batmanê yê niho Necdet Atalayî nerazîbûna xwe li hemberî têketina eskerên Tirkiyeyê ya başûrê Kurdistanê ya di sibata 2008-ê de nîşan dane û hingê Osman Baydemirî gerîlayên PKK-ê wekî ”gerîla” bi nav kiriye û ev jî dibe propagandaya ”rêxistina terorê” yanî PKK-ê.

Navê gerîlayên PKK-ê ”gerîla” ne û ne ”pêşmerge” yan ”esker” in. Osman Baydemirî li gor termînolojiya rast navê çekdarên PKK-ê bi nav kiriye û ti qebahet yan propaganda di vê de nîne.

Qusûr di mejiyê hakimên mehkemeyên tirkan de ye. Heger hakimên tirk aqil bûna dê fêm bikirina ko Osman Baydemîr wekî hinek berpirsên dî yên DTP-ê pesnê rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî nade û xwe ji provoksayon û gotinên xeter diparêze.

DTP û berpirsên wê bivên û nevên nikarin xwe ji PKK-ê xelas bikin lê belê dikarin hinekê li ziman û gotinên xwe miqate bin. Wisa diyar e ko mehkemeyên tirkan çi gava ji wan re lazim be ji kû jî derxin dê rêyekê bibînin û çingalekê bi têkiliyên DTP-ê û PKK-ê ve bikin da paşê bi çakûçekî li serê yên wekî Osman Baydemirî bixin.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.