1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Berpirsê YNKê: Pêwîst nake em Ala Kurdistanê li her cihî bilind bikin
Berpirsê YNKê: Pêwîst nake em Ala Kurdistanê li her cihî bilind bikin

Berpirsê YNKê: Pêwîst nake em Ala Kurdistanê li her cihî bilind bikin

A+A-

Berpirsê YNKê Rewend Mele Mehmûd aşkere kir ku pêwîst nake Ala Kurdistanê li her dezgeha hikûmî bê bilindkirin.

 Cîgirê Melbenda YNKê li Kerkûkê Rewend Mele Mehmud, ji BasNewsê ra axivî û got:” Bi destûra hêzên emnî yên Iraqê li Kerkûkê Ala Kurdistanê û Ala Iraqê li Kerkûkê bilind kiriye.”

Rewend Mele Mehmûd êrîşên liser kurdên li Kerkûkê jî red kir û wiha axivî: “Ew kesên jiber bilindkirina Ala Kurdistanê em rastî êrîşan dibin rastiyê nabêjin. Ti rûdaweke bi wî rengî rû nedeye.”

Di beşekeya din a axaftin xwe de Rewend Mele Mehmûd amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst nake Ala Kurdistanê li her dezgeheke hikûmetê li Kerkûkê hebe bes wan biryar daye Ala Kurdistanê liser bineya wan hebe û wiha axivî: “Pêwîstiya me bi wê yekê nîne Ala Kurdistanê li nava dezgehên hikûmetî bê bilindkirin. Me Ala Kurdistanê liser baregehên xwe bilind kir.”

 Di 28ê Adara 2017an Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi yek dengî biryar liser wê yekê da ku Ala Kurdistanê liser damûdezgehên hikûmî yên bajêr bê bilindkirin.

Di 16 Cotmeha 2017an kurê Celal Talabanî Bafil Talabanî, Berpirsê Asayîşa YNKê Lahor Cengî Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê Aso Mamend û Ala Talabanî ligel milîşeyên Heşî Şabî û Artêşa Iraqê rêkeftibûn û rê ji wan ra xweşkiribûn ku Kerkûk û gelek navçeyên din ê Kurdistanê dagir bikin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.