1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Beriya Lûtkeya G-7ê alozî derketin
Beriya Lûtkeya G-7ê alozî derketin

Beriya Lûtkeya G-7ê alozî derketin

A+A-

Beriya sazkirina Lûtkeya G-7ê ya ku ew dê li bajarê Biarritzê ya Fransayê birêve biçe di protestoyên li Urrugneyê de 17 kes hatin desteserkirin, 4 polîs birîndar bûn.

 

Li gor medyaya Fransayê, çalakvananên li dijî Lûtkeya G-7ê  li Urrugneya ku 20 kîlomêtre li dûrî ciyê lûtkeyê ye, rê girtin û polîsan bi xaza rondikrêj midaxele kir û piştre jî bûyer derketin.

 

Di bûyeran de 17 kes hatin hatin desteserkirin, 4 polîs birîndar bûn.

 

Hat ragihandin ku kesên li dijî lûtkeyê derdikevin ew dê li derûdora Biarritzê gelek çalakiyan li dar bixin.

 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron îsal serperiştiya Lutkeyê dike û biryar e îro êvarê ji bo serokên welatên G-7ê xwarinê bide û Lûtkeya G-7ê dê dest pê bike.

 

Di lûtkeyê de serokên Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya, Îtalya, Japonya û Kanadayê dê werin ba hev û mijara lûtkeyê jî têkoşîna dijî newekheviyê ye.

 

Mijarên Lûtkeya G7ê ev in:

Guhertina seqa û germbûna erdê

Derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpayê

Peywendiyên Bazirganî yên Amerîka û Çînê

Îran û rêkeftina etomî

Sûriye û gefên tundrewan û metirsiya li ser asayîşa cîhanê

Wekheviya civakî û dadperweriya cîhanî

 

Ji bo lûtkeyê tedbîrên ewlehiyê hatin hildan. Bi taybetî ji ber egera êrîşan 13 hezar û 200 polîs û 450 karmendên agirkujiyê dê li ser kar bin.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.