1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Berhem Salih: Nabe mûçeyê fermanberên Kurdistanê bikin mijareke siyasî
Berhem Salih: Nabe mûçeyê fermanberên Kurdistanê bikin mijareke siyasî

Berhem Salih: Nabe mûçeyê fermanberên Kurdistanê bikin mijareke siyasî

A+A-

Serokomarê Iraqê, Berhem Salih ragihand, mûçeyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê mafekî destûrî ye û nabe ji ber derketina kêşeyên siyasî destkarî di mûçeyê de bê kirin.

Berhem Salih ligel komîteya darayî ya perlamentoya Iraqê civiya û li ser pirsgirêkên navbera hikumeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê mûçe û bûdceyê de helwesta xwe aşkere kir.

Berhem Salih ragihand, pêwîst e Hewlêr û Bexda bi rêya destûr û yasaya bûdceyê bigihin lihevtêgehiştieneke hevbeş, ku mafê xelkê parastî be û çareseriya bingehîn jê re were dîtin.

Li ser mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî, Serokomarê Iraqê da xuyakirin, nabe fermanber bibin qurbaniyên nakokiyên siyasî.

Berhem Salih got, mûçeyê femrnaberên Herêma Kurdistanê mafekî destûrî ye û nabe ji ber nakokiyên siyasî yên navbera aliyan, mûçe bê gîrokirina yan birrîn û welatî ji wê mafê xwe bêne bêparkirin.

Salih herwiha amaje bi wê yekê kir, ku rewş niha gelekî zehmet e û pêwîstiya vê qonaxê bi îradeya çareseriyeke dadmendane heye û tekez kir: “Dilsozên welat vê yekê qebûl nakin ku hemwelatî baca nakokiyên siyasî bidin.”

Hikûmeta Iraqê mûçeyên meha bihorî ya fermanberên herêma Kurdistanê neşandiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê şandeke pilebilind bi serokatiya Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê herêmê şandiye Bexdayê.

Bexdayê ragihandiye, ku ji ber pabendnebûna Hewlêrê bi radestkirina rojane 250,000 bermîlên petrolê, Serokê Dîwana Civata Wezîran a Iraqê biryara ragirtina şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê daye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.