1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Berhem Salih: Em naxwazin YNK bikeve rewşa ko El-Fetih ketê
Berhem Salih: Em naxwazin YNK bikeve rewşa ko El-Fetih ketê

Berhem Salih: Em naxwazin YNK bikeve rewşa ko El-Fetih ketê

A+A-

Cihgirê sekreterê giştî yê YNK-ê û cihgirê serokwezîrê Iraqê Berhem Salihî di hevpeyvîneka bi rojnameya erebî El-Şerq El-Ewsetê re got YNK dixwaze xwe biguhore û naxwaze bikeve rewşa ko partiya El-Fetih ya Filistînê ketê. Berhem Salihî got divêt hikûmeta Kurdistanê jî xwe biguhore û reformên pêwist bike.

Li gor Pukmediayê di destpêkê de Berhem Salih bi giştî li ser rewşa niha ya YNK-ê axivî û got:

— Riyeka rohn di pêş YNK-ê de heye. Yan dê wek wê partiyê bimîne ko xwediya destkeftên raboriyê û xebata xwe ya şoreşgêrane ye ko em şanaziyê bi wê yekê dikin. Yan jî divê weko partiyeke paşerojê rola xwe bilîze. Ew jî bi riya rêxistina xwe, pêşxistina peyrew û programên xwe û nûkirina serkirdayetiya xwe, ko ew yek jî tiştekî wiha hêsan nîne.

Salih di heman mijarê de berdewamî da axaftina xwe û da zanîn ko li cîhanê çendîn partiyên din di vê ezmûnê re derbas bûne û got:

— Em naxwazin wekî tevgera Fetihê yan Eniya Rizgarîxwaz ya Cezayîrê li me bêt. Em dixwazin xwe nû bikin û digel wan guhertinan bin ko civaka me digehîjê.

Berhem Salih li ser hilbijartinên Kurdistanê û amadekariyên ji bo hilbijartinan jî axivî û wiha got:

— Amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kirine. Rewşa herêma Kurdistanê çiqas pêwendî bi parlamemto û rola hikûmetê heye, hew qas jî pêwendî bi wê tevgera siyasî heye ko di nav civaka kurdî de heye. Di hilbijartinên bên de jî dê pêşveçûnên girîng çêbin.

Di heqê ezmûna Kurdistanê de jî cîgirê sekreterê giştî yê YNK-ê tekîd kir ko piştî 18 salan ji pêkanîna hikûmeta Kurdistanê reform û nûbûn pêwîst in û got:

— Lê ne bi riya wêrankirina destkeft û tiştê ko hatiye ava kirin, bi awayê ko neyarên me lê dinêrin. Divê em şanaziyê bi wan destkefên aborî, siyasî û civakî bikin ko li herêmê hatine bi dest xistin.

Li ser arîşeyên daliqandî yên navbea Kurdistan û Bexdayê de jî cîgirê serkreterê giştî yê YNK-ê û cîgirê serokwezîrê Iraqê Berhem Salih da xuya kirin, dosyeyên ko hêj di navbera herêm û Bexdayê de bi daliqanî mane, pêk tên ji dosyeyên şirîktiya di desthilatê de, xwezaya desthilatên li Bexdayê. Herwiha şêwaza şirîktiyê di biryardanê de di navbera pêkhateyên siyasî yên Iraqê de.

Di heman mijarê de Berhem Salih diyar kir ko pirsgirêka rêvebirina kerta petrolê, siyaseta petrolê, yasaya petrolê û dahata darayiyê jî pirsgirêkên din yên daliqandî ne û got:

— Çarserkirina wan dosyeyan jî pêwîstî bi kar û xebateke cidî heye ji aliyê hêzên siyasî ve.

Di beşeke dî ya hevpeyvînê de Berhem Salih bal kişand ser wê yekê ko bêyî rêketineke niştîmanî aramiya li Iraqê berdewam nabe û wiha pê de çû:

— Aramiya ko niha li Iraqê hatiye bi dest xistin bêyî rêketineke niştîmanî nikare berdewam be.

Di heqê bersiva kurdan li ser rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser deverên nakokbar jî Berhem Salih got rapora NY-ê ya li ser deverên nakokbar dê ji aliyê kurdan ve bê nirxandin û paşê dê bersifa wê bê dayîn. Berhem Salih wiha dom da axaftina xwe:

— Niha Iraq di qunaxeke siyasî ya giran re derbas dibe û tevaya eniyên ko piştî rûxana rejîmê hatine meydanê, di tevgerê de ne û wek ko diyar bû, di hilbijartinên demek berî niha de jî beşdar bûn.

Di bersiva pirsekê de li ser rapora NY-ê cîgirê serokwezîrê Iraqê wiha axivî:

— Rapor niha di pêşiya serkidayetiya siyasî ya kurd û aliyên din de ye û tê nirxandin. Di raporê de hinek çareserî li ser esasên dîrokî û îstatîstîkê tên pêşniyaz kirin. Ez naxwazin pêş helwestên fermî bikevim. Lê belê ez bi hêvî me ko ew yek bibe destpêka çêbûna gotûbêjeke rasterast di navbera aliyên pêwendîdar de.

Berhem Salih amaje bi wê yekê jî kir ko di demeke nêzîk de ji aliyê serkirdayetiya kurd ve dê bersiva raporê bê dayîn û got:

— Çênabe ko destûr were piştguh xisin. Ji ber ko destûr sparteka me ye û digel wê yekê jî divê nêrînên xelkê deverên nakokbar jî bê li ber çav girtin. Ji ber ko ew yek dê ayîndeya wan diyar bike.

Berhem Salih li ser grûbên radîkal jî axivî û wiha got:

— Divê em wê yekê bizanin ko Qaîde û aliyên radîkal rûbirûyê şkesteke mezin hatine. Lê hêj jî ji bo ezmûna nû ya Iraqê bi metirsiyên mezin tên hesabkirin. Eger giyana niştîmanî û yekgirtineke niştîmanî ya rasteqîne nebe, derfet dê ji wan re çê bibin û dê derbasî nav rewşa siyasî û ewlahiya Iraqê bibin. Metirsî di wê yekê de ye, eger rêketineke niştîmanî çê nebe, aramiya ko niha heye, nemîne.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.