1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Berdevkê YPGê Xelîl: ‘Tirkiyayê xwest ku me kaşî nava şer bike'
Berdevkê YPGê Xelîl: ‘Tirkiyayê xwest ku me kaşî nava şer bike'

Berdevkê YPGê Xelîl: ‘Tirkiyayê xwest ku me kaşî nava şer bike'

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl bi nûçegihanê Sputnikê Hikmet Durgun re axivî û got:‘Tirkiyayê xwest ku me kaşî nava şer bike, lê me xwe ji van tehrîkan parast.'

A+A-

Berdevkê YPGe ya beşa çekdariya PYDê Rêdûr Xelîl daxuyaniyên girîng dan Sputnikê û got, ‘niha tu planeka wan ku midexaleya Cerablûsê bikin tuneye lê li hemberî êrişên DAIŞê em tim amade ne. Şerê me li hemberî


DAIŞê ne wekî şerê cepheyîye wekî operasyonên nokteyî ne.'

 

Xelîl di axaftina xwe de got, ‘di serî de bi Amerîka û bi hêzên hevpeyman re em di nava kordinasyonê de ne. Me tu daxwazî ji Amerîka nekiriye ku werin Rojava û heta niha tu dewletan arîkariya çek û cebilxaneyê ji bo me nekiriye.'

 

DAIŞê çekên kîmyewî bi kar anîn

 

Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘ DAIŞê li hemberî me çekên kîmyewî bi kar anîn û delîlên wê di destê saziyên navdeletî de hene. DAIŞê di 27ê Hezîranê de li bajarên Til Beraq û Hesekê li hemberî hêzên YPGê û xelkên sivîl çekên kîmyewî bi kar anîn. Di destê me de gelek dîlên DAIŞê hene, hin ji van hemwelatiyên Tirkiyayî û hin jî Ewropî ne. '

 

Rêdûr Xelîl li hemberî pirsa ku ‘gelo têkiliyên we bi Tirkiyeyê re hene' bersivand û got,'tu têkilî û pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re tunene. Meha borî Tirkiyeyê bi topan êrişî hêza me ya Kobanî û li Tel Abyadê jî wesayiteke me gulebaran kir. Li çend cihên din êrişî xelkê me yê sivîl jî kir. Me ji bo van bûyeran daxuyaniyeke çapemeniyê da û Tirkiyeyê hişyar kir. Tirkiyeyê bi van kiryaran dixwest me bikşîne nava şer, lê me xwe li hemberî tahrîkên wan parast û em nehatin lîstika wan'

 

Têkiliyên me bi Amerîkayê re baş in

 

Xelîl di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser têkiliyan û got, ‘ di mijara tekoşîna li hemberî DAIŞê de têkiliyên me û Amerîkayê pir baş in û em di nava kordinasyonê de ne. Em li hemberî DAIŞê serkeftî ne, di derbarê mijara hatina leşkerên Amêrîkayê ku werin Rojava de jî tu daxwaziyeke me çênebûye. Û heta niha ji terefê hêzen hevpeyman arikariyeke çekdarî nehatiye kirin.'

 

Tu hêzeke Artêşa Azad tuneye

 

Berdevkê YPGê Xelîl di derheqê Artêşa Azad ya Sûriyeyê (AAS) de got,' ji bo rizgarkirina Reqqayê divê hêzekê mezin ya AASyê hebe, lê hêzeke AASê ku em karibin bi hevre tevbigerin tuneye. Tenê li herêmekê Burqan El Firat heye, heke planeke Burqan El Firat ji bo azadkirina Reqqayê hebe em amade ne ku arîkariya wan bikin.'

 

Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hatina pêşmerge bo Rojava û got, ‘hatina pêşmerge bo Rojava ne mijara axaftinê ye. Berê jî me daxuyanî dabû raya giştî, helwesta me diyare û em qebûl nakin pêşmerge were Rojava. Hêza Pêşmerge nikare têkeve Rojava û dê tiştekî wiha jî nebe.'

 

Sputnik

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.