1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Beasiyan îtîraf bi Kurdistanê dikir lê...
Beasiyan îtîraf bi Kurdistanê dikir lê...

Beasiyan îtîraf bi Kurdistanê dikir lê...

Li Iraqê Beasî û hikumet li hemberî DAIŞê hevdîtinan dikin.

A+A-

Rojnameya Independent ya Brîtanî îdia kir ku, li Iraqê Beasî û hikumet li hemberî DAIŞê hevdîtinên veşartî dikin.

 

Li gorî BBCî ya Tirkî jî, hikumeta Iraqê li hemberî DAIŞê ji bo komên çekdar yên sunî bikşîne aliyên we bi wan re hevdîtinan dike.

 

Rojnameya Independentê di nûçeya xwe de got, kesê ku di hevdîtinan de teref û nexwest navê xwe eşkere bike dibêje, civîna me ya pêşî li Dohayê li paytextê Qatarê û ya duyem jî piştî du hefteyan li Tanzanya çêbû.

Amerîka û NY qasidiya hevdîtinan dikin

Independent, wêneyên civîna Tanzanyayê dîtin. Di wêneyan de serokên şiî yên Iraqê, berpirsên hikumetê, nûnerên dewletên rojava û Efrîkayê jî hebûn. Amerîka û NY jî qasidiya hevdîtinan dikin.

 

Civîn gelekî bi erênî derbasbû û ev cara yekeme nûnerên rejîma Beas di pêşeroja Iraqê de statuya Herêma kurdistanê wekî xweser qebûlkirine.

 

Ji 9 grûbên sunî yên tevlî civînê bûne, hinek grûbên di girtina Mûsilê yên ku arikariya DAIŞê jî kiribûn hebûn. Nûnerên grûbên sunî naxwazin milîsên şiî tevlî operasyona Mûsilê bibin.

Her wiha nûnerên sunî hevî dikin ku piştî hevdîtinan di hikumetê de cih ji bo wan bê dayîn.

 



 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.