1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. BBC: Tirkiye ji bo çi dixwaze li Efrînê operasyon pêk bîne
BBC: Tirkiye ji bo çi dixwaze li Efrînê operasyon pêk bîne

BBC: Tirkiye ji bo çi dixwaze li Efrînê operasyon pêk bîne

A+A-

 

Televîzyona BBCê ya brîtanî di derbarê herêma Efrînê de analîzek weşand û diyar kir ku dibe Tirkiye di operasyona Efrînê de rasterast bi Amerîkayê re bikeve nav şerekî. Dibe operasyona bandorê li têkiliyên bi Rûsyayê re jî bike.

 

Muhtemel operasyona Efrînî ji aliyê Tirkiyeyê di rojeva çapameniya cîhanê de ye. Televîzyona BBCê ya brîtanî di derbarê herêma Efrînê de analîzek weşand û ragihand ku muhtemel operasyona Efrînê rîska têkiliyên him bi Rûsya him jî bi Amerîkayê re dibe xirab bibe û nifta Efrînê jî li Moskowê ye.

BBCê di analîza xwe de cih da pirsa gelo operasyona Efrînê ji bo Tirkiyeyê çima girîng e? "Dibe ku tevgereke wiha rasterast hevalbendê NATOyê têxe nakokiyan û bandoreke girîng li têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê bike."

‘BÊ DESTÛRA RÛSYAYÊ NE HÊSAN E'

Di analîzê de hat eşkerekirin ku, "Niha kontrola qada hewayî ya Efrînê Rûsya pêk tîne û bê destûra Rûsyayê ne hêsan e ku Tirkiye li herêmê operasyonekî pêk bîne, lewre ev dibe sedema şerekî nû li herêmê. Eger Rûsya destûrê bide ev yek Rûsya û Tirkiye nêzîkê hev du dike û têkiliyên Tirkiyeyê bi welatên Rojava re xirabtir dike."

 

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.