1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Bazirganîya Tîrkîye-Îsraîlê gihîşt 4.3 milyar Dolaran
Bazirganîya Tîrkîye-Îsraîlê gihîşt 4.3 milyar Dolaran

Bazirganîya Tîrkîye-Îsraîlê gihîşt 4.3 milyar Dolaran

A+A-

 

Di qezeteya Haaretza Îsraîlê de gotareke Samî Peretzî hat weşandin. Di gotarê de ev rave hene:

 

“Têkilîyên nava Îsraîlê û Tirkîyeyê -her çend di salên dawî de germ nînbin jî- piştî çaredîtina ji teşqeleya bûyera Mavî Marmarayê re baştir bûne.

Bazirganî-tîcaret û girêdanên karî ji tengijînên siyasî hatine cudakirin û di zemanê salên bêtirbûna tengijînan de jî hinbihin xurttir bûye.

Serekdewletê Tirkîyeyê Receb Teyîb Erdoẍan ji Îsraîlê çi qas hêrs bibe jî hişt ku karûbar bi awayê siriştî bi rê ve herin.”

Bi vê gotinê tê gotin ku Erdoẍan ji zirara ekonomîk tirsîyaye.

EZ PIŞTÎ BÛYERA MAVÎ MARMARAYÊ JÎ BI TENGIJÎNÊ NEḤISÎYAME

Haaretz dibêje “Îsraîl hema hema bi welatên ʕEreb re hîç bazirganîyê nake. Ji ber sebebên rewşa birin û anîna barî Tirkîye ji bo Îsraîlê potansîyeleke mezin e lê ev potansîyel tu car bi temamî nayê bikaranîn.

Sala çûyî hema hema 2 milyon kes bi 12 hezar û 400 firran ji Îsraîlê hatine Tirkîyeyê û herweha kara her du alîyan jî ji vê yekê heye.

BAZIRGANÎ GIHÎŞTIYE 4.3 MILYAR DOLARAN

Haaretz dibêje “di sala 2017ê de bazirganîya-tîcareta nava Îsraîlê û Tirkîyeyê gihîştiye 4.3 milyar Dolarên Emerîkayê. Bêtirbûna bazirganîya Tirkîyeyê pêk hatiye: Îsraîl ji Tirkîyeyê bi 2.9 milyar Dolaran berhem standine lê 1.4 milyar Dolar berhem firotine Tirkîyeyê.

♦ufkumuzhaber/Kurdi

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.