1. YAZARLAR

  2. Muhsin KIZILKAYA

  3. Bavê min jî qaçaxçiyek b&uci
Muhsin KIZILKAYA

Muhsin KIZILKAYA

Yazarın Tüm Yazıları >

Bavê min jî qaçaxçiyek b&uci

A+A-

Min ne giringî ne jî baldarî da tu, belê tu tiştî ji bilî zarokên kuştiyan. Bivê nevê ew hatin bîra min.

Gava min xebera 35 gundiyên Qilabanî (Uludereyî) yên ku bi hêstiran derbasî wî aliyê hidûd bûn û her bi wan hêstirên cigarên qaçax barkirî vegeriyan memleket, sibeha roja buyerê, ne ji televizyoneka tirkan, lê ji birayê xwe yê li Wanê bihîst (wî jî ji Roj tv bihîstibû), niza çima yên ku pêşiyê ketin bîra min, zarokên li pey kuştiyan mayî bûn. 

Girzînokan ez girtim.


Min giringî neda berdewamkirina porgramên kanalên televizyonên tirkan ên li ser şekirên serê sibê, bizavên kulturfizîkê, programên Pilate yên ku li ser derdên xanimên ku zehmetiyên kîlodanê dikêşan, ew programên ku weka tu tişt neqewimîbe diherikîn û li benda daxwiyaniyekê ji serokerkaniyê bûn; min guh neda qîrewîra BDP-yiyan ya ku berê bi tu awayî bala xwe nedabûn cenazeyên sivîl ên encama "kuştinên bêhemdî" yên PKK-ê û nuha bazdabûn herêmê, herder tevîhev kiribûn; ne jî bêbasîretmayina hukumetê; "qeza operasyonê". Min ne giringî ne jî baldarî da tu, belê tu tiştî ji bilî zarokên kuştiyan. Bivê nevê ew hatin bîra min.


Her buyereka wek vê, her çîroka qaçaxçiyê ku li ser hidûd tê kuştin bivê nevê min dibe eynî cihî. Çimkî ez jî kurê bavekî me ku beşeka giring a jiyana xwe ji bo debara malbata xwe bi qaçaxçîtiyê derbas kir.

 Meşa dirêj a şevê...

Lê min di zarotiyê de nedizanî ku bavê min "kaçakçı"yek e û karê ku dike jî ne qanûnî ye. Çimkî di zimanê me de mefhûmeka "kaçakçı"yê tunebû. (Di kurdî de gotineka "qeçax" heye, hem bi maneya 'ya xeyrê qanûnî', hem jî bi ya 'eşqiya' tê bikaranîn û wek di tirkî de maneyeka xerab a vê gotinê nîne) Li gor me bavê me 'bazirganek' bû û li gundê me yê li vî perrê hidûd tiştên wek mazî, rûnê nîvişk û hirî li du hêstiran (qantiran) dikirin, dibirin wî perrê hidûd qeza Amêdiyê ya Iraqê, ji bazarê alavên wek şekir, çay, kaxezê cigaran, xurme û her wekî din dikirîn, ji riya berê vedigeriya.

Ji dema ku min bîr bi jiyanê bir, her sibeha ez ji xewê şiyar bûm û min bavê xwe nedît min dizanî ku bavê min çuye wî cihê ku em jê re 'nişîv' dibêjin. Çûna wê derê ew qas asayî bû ku em nedifikirîn karê ku dike jî jê re 'kaçakçîtî' tê gotin û eger bê girtin ê felaketên nemayî bên serê wî.

Navenda bajarê Hekkariyê gelek dûrî gundê me yê li ser hidûdê Iraqê bû. Di navbera bajêr û me de çiyayên rêneder, rûbarê Zêyê yê bicoş hebû. Lê ma gelo axa ku bavê min lê ji dayik bû jî welê bû... Amêdiyê, Bêduhê, Akrê, Kanîmasiyê qasî mesafa gulleyekê ji me dûr bû. Gava te xwe ji wî ciyê ku çend kevirên kilskirî lê û jê re hidûd dihate gotin bera jêrê dida, herder ciyê bazaran bû... Him li navenda bajarê Hekkariyê pêwistî bi tiştekî ku jê re pere dihat gotin hebû ji bo danustendinê; lê li wî aliyê hidûd her tişt bi awayê guhertinê (mibadelê) dihat kirrîn û firotin. Di ser de jî qumaşên wê derê rengarengtir, çaya wê sortir, şekirê wê biqalîtetir bû.

Gava dibin şev mirov dinivin. Lê ji bo kesên li wan deverên seranserê hidûdan ku ez bahs dikim ne wiha ye. Şev dema rêwîtiya ne. Karwanên qaçaxçiyan piştî ku zarokên wan dikevin xewê dertên ser riyan. Her eynî wek min, gava ku ew di kûrtirîn demeka xewê de ne nizanin ku bavên wan ber bi rêwîtiyeka bimeşaqet derdikevin ser riyan. Sibehan gava ew şiyar dibin bavên wan ji mêj ve ji wê rêwitiya xwe ya dûrûdirêj zîvirîne jî.

Yê min ne welê bû. Bavê min wek yên li Qilabanê kuştî di wextekî şevê de dernediket ser rê û piştî rêwîtiyeka diûrûdirêj eynî şevê ber bi şeveqê venedigeriya. Ya wî rêwîtiyeka dûrûdirêjitir bû. Ez bi rojan li paboka hatina wî bûm. Bi vî awayî, hin caran di wextên tarîtirîn de ku şevan hemû eyb vedişartin ez bi dengê şîrîna hêstirê ber derî şiyar dibûm. Bavê min vegeriyabû ji warê bavû kalan. Ji wê deqê pê ve îdî tu kes ji ehlê malê xew nedikat çavên wan. Li malê kêfxweşiya vegera bavê min... Belkî dayika min digot "şukur, vê carê jî sax silamet zîvirî" û bi vegera mêrê xwe a bo malê kêfxweş dibû, lê em zarokên wan, me bi heyecan meraq dikir gelo ji me re ji wan deran çi aniye. Em bi meraqeka mezin li ser serê hêstirê kom dibûn. Şekirê serî, deste deste kaxetê cigaran, çend kîlo çay, xurme, ji bo dayika min qumaşê fîstanan, lîmonduzî, biharat, çend şûşe qolonya, ji bo ku dayika min ji me re bike derpê cawê patîska. Ji bo goreyên rîsîn bixemilîne orlonên rengbireng derdiketin ji çewalan. Û gelek alavên dîtir... Hemuyan bîhnên teze dianîn mala me ya feqîr. Wê şevê bavê min kêfxweşiyeka bajarvaniyê bi me dida jiyan...

Û di wê wextê de tetirxaniyekê di hundurê me de serî hildida ku bavê me ne bi gelekî, piştî demeka kurt ê cardin derkeve wê rêwîtiyê, lê ne diya me ev di xwe dida der, ne jî me ji hev re eşkere dikir.

Yên ku li ser wan hidûdan dijiyan, 'dilê kesî li pasaportan veneniştibû'. Pasaport ewraqek e ku meriv pê biçe welatekî biyanî. A me; sînorên ku bi kevir û zinarên ne gelek zûde, hê du nesil berê kilskirî hatin kêşan ji bo wan tu maneyê îfade nakin. Yên ku li cihekî ji wan dûr netewe-dewleteka nuh ava kir, gava hidûdên xwe bi kevirên kilskirî kêşan, gelek giring nedît ku ew neteweyekî din parçe dikin. Lê wan kevirên kilskirî xal li alî din, xwarzê li vî aliyî, ap li wî perrî, met li vî perrî hiştibûn. Wan ji ser banên xwe xwê radestî hev dikir, 'mirîşkên wan tevî hev dibûn'. Ne mirîşkên wan, ne jî yên li ber stiraneka wî alî li vî aliyî radibûn govendê tu mane dan van îşaretan, li hin cihan têlên bi stirî, li rastan zeviyên mayinkirî. Gava ew çûn û hatin fîstanê keçikekê di stiriyê têlekê de eliqî, lingê rastê yê gêncekî ma li zeviyên mayinkirî, hêstirên kalemêrekî weriyan ser kevirekî kilskirî...

Loma sînorên ku netewe dewletê kêşan, nebû xema kesekî. Jiyanê di seyra xwe ya asayî de berdewam kir. Pişt re wan nihêrt ku çûna wê derê ne jî ew qas biewle ye. Geriyana li ser hin wan axên ku bi hezaran sal li serê digeriyan dibû sedemê canê meriv, encamên wê zîndan bûn. Devê wan buhustekê jihev bû, mitûmat man.

Bavê min jî yek ji wan bû.

Wî tenê bi hêstiran mal nedibir û nedianî. Payizan mihên firotinê yên gundiyan kom dikirin dibirin Dihokê, Zaxoyê difirotin, pere digirt dianî, para kê çi biketaya dida wan, bi komisyona xwe jî em xwedî dikirin.

Wê salê jî welê kir. Qasî 300 mih kom kirin, li gel mamê min Miho xistin ber xwe birin, tam li ser hidûd ew ketin kemîna eskeran.

Miho nema ronahiya rojê dît.

Jenderman berê kerîyê pêzî ji Iraqê zîvirand, ber bi navenda bajarê Hekkariyê xist rê. Kerî aheste, rê dûr; li ser rê rûbarê Zêyê heye, gur, eşqiya hene... Kerî li her qonaxê hinekî din telef, di her gavê de hinekî din kêm bû. Hinan guran bir, hin di avê werbûn, hin wenda bûn, hinan jî eşqiyan dizîn. Gava gihaştin navenda bajêr ya Hekkariyê bîst mih mabûn di destê wan de.

Li qereqola jendirman bi tawanê ku qaçaxçîtiyê dikin bavê min û mamê min Miho xistin felaqê. Tu tişt nepirsîn da bidin axaftinê; gotin "em binêrin ka tu yê careka din qaçaxçîtiyê bikî" û lê dan. Li wan dan, ew di îşkenceyan re derbas kirin. Heta meriv bê radeya ku Xwedayê xwe înkar bike her awe îşkenceyên ku dizanin bi wan kirin. Ji bo ku dersê bigirin careka din nekin, dawiya dawî yek bi yek neynûkên wan bi kelpetanan kêşan. Bavê min hînî îşkencê buye, berê gelek caran hatiye girtin eziyet kêşaye. Lê birayê wî yê piçûk Miho yê ku hê gêncekî xama bû li hember vê îşkencê li ber xwe neda, aqilê xwe wenda kir. Ji qereqola ku ketin hundur, bavê min bi destên xwe yê neynûkjêkêşayî û xwîn dilopkirî, mamê min jî aqilê xwe li ser betona sar a qirêj a îşkencexanê hiştî û wek dînekî derket.

Bavê min di bin deynekî giran de jî pelixî. Heta ku mir bi deyina deynên gundiyan heşirneşir bû, jiyê wî têrê nekir, piştî ku zarokên wî bûn xwedan kar deynên bavê xwe safî kirin.


Loma buyera Qilabanê ji bo min bi bîranînên gelek hessas barkirî ne. Ev jiyayiyên ku piştî çil salan ji bo min bûne bîranîn pêşbînî dikim piştî ew qas sal ê ji bo zarokên yên li Qilabanê kuştî bibin kabûsê ku mirin tê de divizvizîne.

Yek ji wan zarokên lipeymayî piştî çil salan eger eynî wek ku ez nuha dikim nivîseka wek vê binivîse texmîn dikim ê mecbûr nemîne wek ya min nivîseka dirêj binivîse. çîroka wî belkî li gor ya min ê gelek kurt û bijan be:


"Bavê min her şev diçû wî perrê hidûd, malên kaçax li hêstira xwe dikir dianî, li vî perrî difirot. Şevekê di vegerê de, di bin bombeyên ji balafirên dewletê avêtî de ma, dewleta ku eskeriya wê kir, li dibistanên wê xwend, bacên xwe dayê . Wan li gel wî 'bi şaşîtî' hêstira wî jî kuşt. Wan ew li hêstireka din kir û anî. Ji çewalê bavê min ê ku wî her gav alav dixistinê, vê carê cesedê bavê min derket."

Muhsin Kızılkaya/Netkurd

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.