1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. BAŞÛRÊ KURDISTANÊ – Merasîma bîranîna şehîdên Enfalê dest pê kir
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ – Merasîma bîranîna şehîdên Enfalê dest pê kir

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ – Merasîma bîranîna şehîdên Enfalê dest pê kir

Li herêma Germiyan a Silêmaniyê, ji bo bîranîna şehîdên Enfalê rêwresm tên sazkirin.

A+A-

Îro Înê 14-04-2016, li gundê Dêbne ya herêma Germiyanê bi amadebûna berpirsên hikûmî û partiyan, ji bo bîranîna şehîdên Enfalê rêwresmek birêve diçe.

Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed ragihand; “Bi drûşma, Tawana Enfalê ya li dijî gelê xwe bikin hêwina yekrêzî û serxwebûna Kurdistanê, merasîmek hatiye sazkirin. Merasîman demjimêr 09.00ê dest pê kir û dê heta 18.00ê êvarê berdewam bike. Di rêwresmê de kar û çalakiyên cuda dê werin pêşandan.”  

Peyamnêrê me da zanîn, ku dê di çarçoveya çalakiyan de pêşangeha wêneyan, gotar, nimayîşa şanoyan hebin.

Qaymiqamê Kelarê Şahab Ehmed jî derbarê rêwresmê de ji Rûdawê re got; “Wezîrê Koç û Koçberan a Iraqê herwiha Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan, ligel berpirsên hizbî û hikûmî, herwiha malbatên enfalkirian dê amade bin.”

Hêjayê gotinê ye, ku par bîranîna Enfalê li navçeya Çemçemalê dest pê kir. Saleke din jî dê li Barzanê dest pê bike.

ENFAL: Di 8 qonaxan de 182 hezar kurd hatine ketilkirin

Di navbera salên 1986 û 1989an de, rejîma Bees a Iraqê li Seranserê Başûrê Kurdistanê tevgereke mezin a komkujiyê meşand. Ev tevger di 8 qonaxan de hate kirin.

Lê beriya vê tevgerê rejîma Bees di sala  1983ê de, 8 hezar kesên Barzanî dîl girt û ew şehîd kir. Herwiha di wê qonaxê de bi deh hezaran kurdên feylî şehîd kir.   

Dîktatorê Iraqê Saddam Husên di dema şerê Îran û Iraqê de, ji bo ji holê rakirina vîna gelê kurd biryar da, ji 13 salî heta 70 salî hemû mêrên kurd bikuje. Navê vê kokujiyê jî weke “Enfal” hate diyarkirin.

Ev tevger 8 qonax bûn. Pêla dawî ya Enfalê di  23ê  reşemiya 1988ê li Dola Cafeyatî ya Silêmaniye dest pê kir û di 6ê îlona 1988ê de li Zaxoyê   bidawî bû. Ji  Zaxoyê heya Çiyayê Hemrînê hemû wargehên kurdan  hatine wêrankirin.

Di seranserê Enfalê de 182 hezar kurd hatine şehîdkirin an wendakirin. 4 hezar û 665 gund û navçeyên Başûrê Kurdistanê hatine hilweşandin. 3 hezar mizgeft, 2 hezar dibistan, 300 nexweşxane û 27 kilîse wêran kirin.

Herwiha milyonek Kurdistanî koçber bûn. Di dema Enfalê de leşkerên Saddam trîbuna Bendava Dukanê vekirin, bi sedan gund di bin avê de man.

Piştî têkçûna rejîma Bees, li seranser Iraqê, gelek goristanên bi kom ên qurbaniyan hatine dîtin.

Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê Nîsanê, weke Roja Bibîranîna Enfala Reş, ragihandiye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.