1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Barzanî û Talebanî roja jinan pîroz kir
Barzanî û Talebanî roja jinan pîroz kir

Barzanî û Talebanî roja jinan pîroz kir

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokkomarê Iraqê Celal Talebanî bi minasebeta roja jinan ya cihanê daxuyaniyên pîrozbahiyê belav kirin. Mesûd Barzanî got »bi xêra hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê« jinên kurd gelek ji mafên xwe bi dest xistine.

Teksta daxuyaniya Mesûd Barzanî û ya Celal Talebanî li jêrê ye:

***

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Ji bo heştê adarê, roja cîhanî ya jinan, pîrozbahîyê li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev bîranîn ji bo bidestanîna maf û xwestekên wan handerekî din ê giyanê xebat û têkoşîna jinan bibe.

Cihê şanaziyê ye ko îro li herêma Kurdistanê, jinan pêgehên xwe bi dest xistiye û bi xêra hikûmeta herêm û Parlementoya Kurdistanê gelek ji mafên xwe desteber kirine ko ew maf jî berhema xwîna hezaran şehîdên zilam û jinan e ko şehîd xuşka Leyla Qasim jî yek ji wan jinên têkoşer e ko canê xwe ji bo gelê xwe bext kir û bi şehîdbûnê jî serweriyekî mezin ji bo jinên Kurdistanê û gelê xwe tomar kir.

Bi vê minasebeta biwate de, ez piştgiriya xwe ji bo beşdarbûna jinên Kurdistanê di prosesa pêşxistina civakê, rêvebirina erkên niştîmanî û neteweyî de dikim, ko pê re nifşeke nû bi hesta kurdeyatiyê perwerde bikin û li dijî tundûtujiyê de ko bi her hincetekê de jî bibe, li dijî wan tên pêkanîn.

Dubare roja jinên cîhanê pîroz be û serbilindî jî ji bo wan dayik û xuşkên ezîz ko ji bo gelê xwe canên kur, keç, bira û hevjînên xwe qurbana Kurdistanê kirin.

Her pîroz bê heştê adarê, roja cîhanî ya jinan!

7/3 2009

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê


****

Teksta mesaja Celal Talebanî

Di rojeke wekî îro de hemû salan ji bo salvegera roja cîhanî ya jinan aheng tên li darxistin. Îro jî ew roj e ko tê de salvegera xebata jinan ya ji bo desteberkirina daxwazên wan yên ji bo yeksanî, dadperwerî û li dijî zilm û zorên li hemberî wan, tê pîroz kirin.

Jinên Iraqê di dîroka Iraqê de zilmeke pir dîtin, mil bi milê zilaman di prosesa berevanîkirina jiyaneke serbilind, avakirina Iraqeke azad û yekgirtî de helwesteke wan ya bixebat ya nemir heye.

Her îro rêz li rola jinên Iraqê digirin, ko bi wefadariyeke mezin ve parêzgarî li yekgirtina civaka Iraqê kirine û hewl dane ko yekgirtina navbera pêkhatan biparêzin, ji bo perwerdekirina nifşekê kar bikin ko baweriya wê bi hezkirin, lêborînê hebe, da ko li ser bingeheke demokratîk û destûrî ko tê de bingehên dadperwerî, yeksanî û dewleta yasayê ya desthilat bibe, civakeke pêşketî ava bikin.

Di rojeke wek îro de rola jinên Iraqê di prosesa siyasî de bilind dinirxînin, ko di parlamento, wezaret, serpereştîkirina damezraweyên dewletê de roleke bibandor hebû, her weha ji bilî vê jî di berevanîkirina teror û neteweperestiyê de roleke diyarkirî hebûye.

Di vê cejna pîroz de silav ji jina Iraqê re ko rola xwe di avakirina Iraqeke nû de zêdetir selmand.

Celal Talebanî
Serokkomarê Iraqê

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.