Barzanî û Selahedîn Behaedîn rewşa Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kirin
Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn îro civiyan û çend mijarên girêdayî Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kirin.
Îro Yekşembî 20ê Çileya 2019an, serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, “di civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçeyê tevî geşedanên herî dawî û guhertin û hevkêşyên li ser asta Iraqê û navçeyê hatin gotûbêjkirin.”
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, “Serok Barzanî û Selahedîn Behaedîn di derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyan, fikr û ramanên xwe anîn ziman.”
Herwiha derbarê civînê de, ofîsa Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ku di civînê de “tekezî li ser pêwendiyên erênî yên aliyên siyasî, lezkirin di pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de û aktîvkirina parlamentoyê, tevî parastina rol û mafên hemû aliyan, çi di desthilatê de be yan jî opozisyon be, hate kirin.”
Piştî ragihandina encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku di 30ê Îlona 2018 de hatin lidarxistin, Yekîgirtûya Îslamiya Kurdistanê nerazîbûna xwe ji encaman ragihand û biryar da, ku beşdarî di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de neke û bibe opozisyon.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.