1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Barzanî: Ti guman di wê de nîne ko Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye
Barzanî: Ti guman di wê de nîne ko Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye

Barzanî: Ti guman di wê de nîne ko Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî di hevdîtina xwe ya digel efserên emerîkî yên teqawidbûyî de got ti guman li ser kurdistanîbûna Kerkûkê nîne û got: — Kerkûk beşek e ji Kurdistanê lê belê ji bo kesên ko ne bi vê baweriyê re ne, me xwest li gor madeya 140-ê ya destûra Iraqê rapirsî bêt kirin.

Li gor malpera KRP-ê serokê Kurdistanê bixêrhatina şandeya mêvan kir û di bidestxistina ezmûna Kudistanê û rizgarkirina Iraqê ji destê dîktatoriyê de rola emerîkiyan bilind nirxand û ew wekî dostên gelê kurd wesif kir.

General Ebi Zeyd jî li hemberî pêşketinên Kurdistanê ko di warê avedanî, ewlekarî, siyasî û aramiyê de bi dest xistiye kêfxweşiya xwe nîşan da û piştevaniya xwe ji bo berdewamkirina dostayetî û hevahengiya du aliyan diyar kir û got amanca serdana wan bo Kurdistanê ew e ko ji nêzîk ve agahdarî rewşê bibin, têkiliyên navbera Emerîkayê û Kurdistanê xurttir bikin û bigihînin qonaxeke pêşketîtir.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji şandeyê re bi kurtî li ser hevpeymaniya kurdan û Emerîkayê axivî û tekîdî li ser wê yekê kir ko gelê Kurdistanê serbilind e ko heta niha tu leşkerekê emerîkî li Kurdistanê ziyan nedîtiye û emerîkiyan nedîtine du kurdan li ser dostayetiya bi Emerîkayê re nêrîneke cida hebe.

Serokê Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ko ew hertim di hewla wê yekê de ne ko Iraqeke nû û bê asteng ava bikin û got:

— Ji ber ko Iraqeke bê asteng di berjewendiya gelê Kurdistanê jî de ye, lê belê mixabin helwêsta hinek aliyan wek pêwîst nîne û vê yekê fêm nakin. Piştî roxandina rejîma be‘sê di sala 2003-yê de min û mam Celal bi hev re serdana Bexdayê kir bo ko ti valahî çênebe û prosesa siyasî ya nû bikeve ser rêya xwe. Nihêniya serkeftina me li Kurdistanê, nemaze di sala 1991-ê de, vekirina rûpeleke nû bû ko îro hon berhema wê bi çavê xwe dibînin.

Serok Barzanî li ser nearamiya Iraqê jî axivî û wiha got:

— Nearamiya siyasî li Iraqê bû sedema çêbûna valahiyekê. Ew yek jî bû sedema wê yekê ko terorîst derbasî Iraqê bibin û kiryarên terorîstî pêk bînin. Lewra aramiya ewlekariyê girêdayî aramiya siyasî ye. Aramiya siyasî jî girêdayî çareserkirina problemên heyî ye. Daxwaza me ew bû ko li gor destûrê problemên deverên cidabûyî bên çareser kirin, lê belê xwevedizîn ji bicihanîna madeya 140-ê û nerazîbûna ji pêkanîna rapirsiya di wê madeyê de hatiye, bû sedema alozbûna probleman.

Serokê Kurdistanê behsa pêwistiya Iraqeke xurt jî kir û got:

— Herçend Iraq xurt be, di berjewendiya herêma Kurdistanê de ye, lê nabe ew xurtbûn li ser hesaba lawazkirina herêma Kurdistanê û kêmkirina desthilatên wê be. Herweko çawa di destûrê de jî amaje bi wê yekê hatiye kirin. Yekemîn artêşa Iraqê ji kurdan hate pêkanîn, lê dema ko artêş xurt bû ket dijeyatîkirina leka ko ji kurdan hatiye pêkanîn. Hin deverên Iraqê bi destê pêşmergeyî ji terorîstan hatin pak kirin, lê niha hebûna pêşmergeyî li wan deveran neyasayî têt dîtin. Heta li hinek deveran gihişte wê astê ko li hemberî wan hêz hat bi kar anîn. Berdewambûna reftarên bi vî awayî li ser Iraqê û ayîndeya wê metirsîdar in.

Derheqê Kerkûkê de jî serokê Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ko piştî vegerîna Kerkûkê bo ser Kurdistanê ew dê wî bajarî bikin mînaka bihevrejiyana biratiyê û got:

— Kerkûk beşek e ji Kurdistanê lê belê ji bo kesên ko ne bi vê baweriyê re ne, me xwest li gor madeya 140-ê ya destûra Iraqê rapirsî bêt kirin.

Di heqê meseleya terorê de jî Mesûd Barzanî cext li ser wê yekê kir ko ew hertim di dijî wê diyardeyê ne û bi hemî hêzên xwe ve li dijî wê rawestiyane û got:

— Em hertim li dijî terorê bûn ko ev jî şanaziyeke dî ya gelê Kurdistanê ye.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.