
Barzanî pêşwazî li xwandekarên yekem ên Kurdistanê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li xwandekarên yekem ên Başûrê Kurdistanê kir û di civîna li gel wan de ragihand: “We hemûyan ruhê şehîdan şad kir û hûn cihê serbilindiyê û şanaziyê ne.”
Îro çarşembî 26ê Tîrmeha 2017ê li bajarokê Pîrmamê (Selahedîn) yê girêdayî bajarê Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li xwandekarên yekem ên pola 12 a qonaxa amadeyiyê li ser asta Başûrê Kurdistanê kir.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de ku Wezîrê Perwerde û Birêveberê Giştî yê Ezmûnan û Birêvebirên Giştî ya Perwerdeya Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Germiyan jî amade bûn, di destpêkê de Wezîrê Perwerdeyê Piştîwan Sadiq spasiya Barzanî kir, ku ew derfeta wê hevdîtinê daye wan û bi kurtî li ser proseya xwendinê li Kurdistanê û astengên li ber ware perwerde û fêrkirinê li Kurdistanê zanyarî da Barzanî.
Piştre Mesûd Barzanî di axavtinekê de bi xêr hatina xwendekarên yekem ên Kurdistanê kir û ragihand, ku gelek xweşhal e bi hevdîtina wan û pîrozbahiyê germ li xwendekar û mamostayan kir.
Barzanî herwiha da xuyakirin: “Ji bo min gelek cihê xweşhaliyê ye ku hejmareke zêde ji keçan di rêza yekemên Kurdistanê de ne û keça şehîdekî Kurdistanê jî pileya yekem bi dest xwe ve aniye. We hemûyan ruhê şehîdên xwe şad kir û hûn cihê serbilindî û şanaziyê ne.”
Her di heman hevdîtinê de, du xwendekarên yekem ên her du beşên zanistî û wêjeyî (edebî), bi navê xwendekarên yekemên Kurdistanê ve spasiya Barzanî kirin ji bo vê pêşwaziyê û spasiy mamostayên xwe kirin ku ji bo vê serkevtinê piştevanê wan bûne.
Nûnerên xwandekarên yekem herwiha spasiya pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê jî kirin û tekez kirin, ku bi siya pêşmergeyan wan kariye bi piştrastiyê ve bixwînin û soz jî dan, ku hemû şiyan û hewlên wan ji bo serxistina Kurdistanê û şadkirina ruhê şehîdan bidin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.