1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Barzanî: Îro roja yekbûnê ye, ne roja hevdu tawanbarkirinê ye
Barzanî: Îro roja yekbûnê ye, ne roja hevdu tawanbarkirinê ye

Barzanî: Îro roja yekbûnê ye, ne roja hevdu tawanbarkirinê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ya ji bo rojnamegeran de got, divê em yekbûnê pêk bînin, ne roja hevdu tawanbar kirine, divê îro îradeyeke xurt were nîşan dan.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo rojnamgeran daxûyanî û di derbarê de koçkirina xelkê ji Kerkûk, Xurmatû û navçeyên din got, "Heta niha nêzîkî 150 hezar kes ji ber êrîşên Heşdî Şeibî reviya."

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku divê îro hemû pêkhate û aliyên siyasî yên Kurdistanê yek bin, hevdu tawanbar nekin, îradeyeke xurt nîşan dibin û di derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, "Divê em kêşeyan di çarçoveya destûrê de bi diyalogê çareser bikin. Em li bende bersiva Bexdayê ne."

Barzanî li ser pêşniyara Tevgera Goran a ji bo Hikûmeta Rizgarî ya Nîştimanî jî diyar kir ku ew amade ne li ser mijarê guftûgoyan bikin û hûrgiliyên zêde bigirin. Ji ber wê yekê çûna şandeke Kurdistanê ne diyar e."

Serokwezîrê Kurdistanê li ser daxuyaniyên Rûsya yên dawiyê jî got, em bi kêfxweşî pêşwaziyê li wan daxuyaniyan dikin û em ê karûbarên xwe yên ligel Rûsyayê bidomînin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.