1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Barzanî hişyarî da: Tirsa wê heye DAIŞ dîsa zindî bibe
Barzanî hişyarî da: Tirsa wê heye DAIŞ dîsa zindî bibe

Barzanî hişyarî da: Tirsa wê heye DAIŞ dîsa zindî bibe

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, tirsa wê heye DAIŞ dîsa li Iraqê zindî bibe û bi taktîkên nû êriş bike.

A+A-

 

Mesrûr Barzanî li ser şerê DAIŞê ji rojnameya Brîtanî ya Guardian re gotiye, di şerê DAIŞê de ku armanca serekî ya wî şerî azadkirina wan deveran bû ku ketibûn destê wê rêxistina terorîstî, gelek qurbanî hatin dayîn çi li Sûriyê çi li Iraqê.

 

Mesrûr Barzanî behsa metirsiya zindîbûna DAIŞê jî kiriye û gotiye, eger pirsgirêkên aborî û siyasî bê çareserî bimînin dê bibin sebeba derketina dubare ya DAIŞê.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê daye xuyakirin ku DAIŞ dikare piştî binketinê xwe dîsa komî hev bike û gotiye, ji ber ku DAIŞ ne hêzeka berçav ya çekdar e yan jî xwedan rûbereka cografî ye, belkû DAIŞ îdeolojiyeka taybet e ku dikare li wan cihên ku tayfetî û mezhebgerî tê de heye, xwe kom bike û dîsa dest bi êrişê bike.

Mesrûr Barzanî bal kişandiye ser parêzgehên bakûrê Iraqê yên ku ji destê DAIŞê hatine derxistin û gotiye, li wan deveran tîmên veşartî yên DAIŞê hene ku dikarin bi taktîkên nû aktîf bibin.

Etiketler : ,
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.