1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Barzanî: 'Heyfa Êzidiyan dê were stendin'
Barzanî: 'Heyfa Êzidiyan dê were stendin'

Barzanî: 'Heyfa Êzidiyan dê were stendin'

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro 5ê Cotmehê bi boneya cejna Cema ya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, ‘ewên ku li hember Kurdên Êzidî tawan kiribin, dê bi tundî werin cezakirin.'

Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihand ku, ‘di demek nêzîk de Kurdên Êzidî dê bi awayeke serkeftî vegerin ser war û malên xwe û dê bi hêzek zêdetir xizmeta gel û welatê xwe bikin û pîrozbayiya cejnê li wan kir.

 

Barzanî da zanîn ku,ewên li dijî Kurdên Êzidî tawan kiribin, dê bi dijwarî werin cezakirin û got, ‘ez bi pêwîst dizanim di vê boneyê de xwîşk û birayên xwe yên Êzidî li wê yekê dilhêsayî bikim ku terorîstan baceke gelek giran li hember wan tawanên kirêt ku li dijî êzidiyan pêk anîne, dane û gelek ji wan hatine cezakirin."

Barzanî tekez kir ku, ‘ewên ku mabin jî û kêmtirîn tawan û bêexlaqî li dijî xwîşk û birayên me yên êzidî encam dabin, bi hêviya xwedayê mezin û hêz û baskên pêşmerge di dawiyê de, dê her cezayê xwe bibînin.'

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha destnîşan kir ku Kurdên Êzidî beşek ji gelê Kurdistanê ne û da xuyakirin ku, ‘hûn beşeke gelek ezîz ê gelê Kurdistanê ne û êş û kelemên we, êş û kelemên hemû kurdan e.'



 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.